Meclisa Leşkerî ya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro civîna xwe ya asayî li bajarê Hesekê li dar xist.
HESEKÊ- Meclisa Leşkerî ya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro civîna xwe ya asayî li bajarê Hesekê li dar xist. Endam û fermandarên meclisê tev li civînê bûn. Civîn bi xwendina encamnameyê ji aliyê berpirsê Têkiliyên Giştî yê QSD‘ê Rêdûr Xelîl ve bi dawî bû.
Encamname wiha ye:
Melcisa Leşkerî ya Hêzên Sûriyeya Demokraîtk îro 17‘ê Sibata 2019‘an de civîna xwe ya asayî bi beşdarbûna hemû fermandarên herêmê, meclis û saziyên leşkerî lidar xist. Di civînê de rewşa leşkerî, meydanî, şerê li dijî rêxistina DAIŞ‘ê li bargeha wê ya dawî, pêvajoya piştî vekişandina hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, îdiayên dewleta Tirk û herêma ewle, têkiliyên siberojê bi hikûketa Sûriyê re, her wiha gelek mijdarên din girêdayî leşkerî, ewlehî ji bo niha û pêşerojê hatin gotûbêjkirin.
1-Di encama operasyonên me yên leşkerî yên ji sala 2012‘an ve li dijî rêixistinên terorîst ên bi navê cuda, herî dawî rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê ji destpêka sala 2014‘an û heta niha bi destka Koalîsyona Navdewletî êdî “Dewleta Xîlafetê” ber bi ketina leşkerî ve diçe, endamên mayîn li herêmeke biçûk li Baxozê asê mane, Piştî rizgarkirina dîlgirtiyan, sivîlên li gel rêxistinê dê şer bi temamî bi dawî bibe.
2-Di civînê de stratejiya leşkerî ya nû ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo pêvajoya pêş bi du xalan hate diyarkirin:
-Tinekirina rêxistina leşkerî ya hucreyên veşartî bi rêya operasyonên leşkerî û ewlehî û bi desteka Hêzên Koalîsyona Navdewletî.
– Zemîna civakî, fikrî û aborî ya ku DAIŞ‘ê hebûna xwe li ser didomîne were tinekirin.
3-Meclisa Leşkerî helwesta dewleta Tirk û îdiayên wê yên derew ku dibêje hêzên me li ser ewlehiya herêmê ye, nîqaş kirin. Dewleta Tirk bi rastî dewleteke dagirker e, rasterast xaka Sûriyê ji Efrîn, Bab, Cerablus û Idlibê dagir kirin. Beşdaran bal kişandin ku divê pirsgirêkên bi dewleta Tirk re bi rêya diyalogan û di çarçoveya têkiliyên rêzdariya rêgezên cîrantiyê de werin çareserkirin, her wiha hate gotin ku pêwîste ji bo parastina herêmê ji êrîşên muhtemel amadekarî hebin. Beşdaran avakirina herêma ewle bi armanva ewlehî û aştiya sînorê bakur bi çavdêriya navdewletî pêşwazî kirin.
4-Meclisa Leşkerî siberoja têkiliyên bi hikûmeta Sûriyeyê re nîqaş kirin û teqezî li ser hewldanên peydakirina çareseriyê bi rêya diyalogan , di çarçoveya Sûriyeyek yekbûyî û qebûlkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat de kirin.
5-Di civînê de rola girîng û a pêşeng a Yekîneyên Parastina Jin di Pêngava Şerê Tinekirina Terorê de hate destnîşankirin û çalakiyên şervanên wê yên leheng hatin silavkirin.
6-Di civînê de hate diyarkirin ku rizgarkirina Efrînê û vegera niştecihên wê yên resen û rawestandina guhertina demografîk erkên sereke yên pêvajoya pêş e.
7-Hêzên Sûriyeya Demokratîk piştî ragihandina tinekrina rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê dê sazûmaniya xwe ji nû ve ava bike û perwerde bike û li gorî pêwîstiyên ewlehî û leşkerî belav bike.”