Konferansa Jinên Ciwan a li Amed’ê pêk hat bi govendan dawî bû. Jinên Ciwan bi moralekî mezin gotin wê berxwedana xwe bidomînin.
AMED – Konferansa Jinên Ciwan a li Amed’ê pêk hat bi govendan dawî bû. Ji konferansa ku 300 delege beşdar bû jinên ciwan bi moral û coşekî mezin beşdarî konferansê bûn.
Di konferansê, sînevîzyonek ku li ser dîroka berxwedana jînê hatiye çêkirin hate temaşekirin.
Di konferansê de pêvajoya dawî hate nirxandin. Her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û çalakvanan hate nirxandin.
Jinên Ciwan kî ye? Çima xweser rêxistin bûn? û Pirsigirêkên di pêşiya rêxistina xweser de çiye hate nîqaşkirin.
Jinên Ciwan di encama nîqaşan de, encamnameyek amade kirin. Konferansa ku bi moral û coşekî mezin hat dawî kirin de diruşmên “Bijî berxwedana zindana” “Leyla Guven rumeta me ye” “Ji bo tecrîdê bişkînin Serî Hilde”, “Bijî Serok Apo” hate berz kirin.
Tê payîn ku belavoka encamnameyê were daxuyandin.