NAVENDA NÛÇEYAN
1- Nicolae Çavuşesku ya ku zarokê malbatekî cotkarek bû di sala 1918 de li gundekî Romanyayê hate dinê. Ruxmê ku bêperwerde bû jî di wê demê de di nav Partiya Komûnîsta bilind bû. Di destpêkê de Wezîrê Çandiniyê, piştre jî bû serok dewletê.
2- Bi demê re erkên ji bo xwe bi reforman zêde kir. Jêre erkên bêhejmar, “Serfermandartî” hat dayîn. Êdî di saziyên dewletê de wêneyên wî hebû. Ji Yekitiya Sovyetan dûr ket, bi Rojava re têkîliyên nêz ava kirin.
3- Têkiliyên nêz bi Rojava re kir ku ji bo Çavuşesku krediyên mezin bidestxistin. Bi krediyên mezin ku girt bi hezaran gund, xweza û heta cihên dîrokî xirakir û di cihên wan de avahiyê bêton ava kir. Ji bo xwe jî qesrekî ku bi 1100 odeyan pêk dihat çêkir. Di ser de navê qesrê jî xist “Mala Gel”.
4- Êdî dayina deynan nêz dibû. Ji ber vê jî pêvîstî zêdetir hêza karê hebû. Kurtaj, rêbazên kontrolkirina jidayikbûnê û jihevbûn hate qedexekirin. Di projeyên karênnivîsaran avahiyên mezin de xebat hat mecbûrkirin.
5- Bi milyonan mirov mişextê bejahiyên cotkariyê hate kirin. Hilberîn êdî bi giştî dihat îxrackirin, êdî gel zehmetiya xwe gihandina amûrên bingehîn jî dikişand. Çavuşesku û rêveberiyên Partiyê jî di nav jiyanekî lûks dijiyan.
6- Çavuşesku hema hema ji gel dehan yek tora muxbîrê ava kiribû. Dijber bigiştî hatibûn perçikandin, di welat de ji bo gelê Macar kar çiqas xirab dibû gelê çîngan jî ji qirkirinê dihat derbaskirin.
7-Di wê salê de ji aliyê Gelê Macar ve bi protestoyên biçûk ve hat protestokirin. Ji ber vê derket li ser balkona xwe û ji gel re axivî. Wekî her timê bi axaftinekî tewanbarkirî diaxiviya û gel wî çepik dikir.
8- Dema sal 1989 ê nîşan dida êdî di welat de tenê serdest Çavuşesku hebû. Tenê tevgerek dijber jî tune bû. Weşanên rojname,radyo û televîzyon hemû di tekelî wî de bû. Şatafata wî berdewam dikir, ji berjewendiyên xwe re dewlemendî zêde dikir.
9- Di vê navberê de çend dengên kêm wek protesto derketin. Rûyê wî hêjayê dîtinê bû! Rastê çi hatibû matmayî mabû. Wekî krala di çîroka kral taziye de derbas dibû bû.
10- Nekaribû berê protestoyên ku zêde dibûn bigire. Çareserî di revê de dît. Dema balafirê leşkerî ku siwar bibû xirabû mecbûr ma balafirê daxîne baregehekî. Di cihê ku peya bû hate girtin. Bi jina xwe re piştê dadgeha 2 seatan dan ber guleyan.
11- Tirsê ku herî zêde jiyanê de fikiribû jî bi guleyê birîndarbûyîn bû.
12- Çavuşesku bibû navê dîktatoryaya bi şatafat ya ku ji gel re xeynî jan, êş tiştek nedida. Bi wî re rejîma wî jî çû bin taritiya dîrokê.
13- Tayyip Erdogan! Xwediyê tenê medyayên ku Tirkiye ye hemûyan, rêveberiya hemû rantan û sedema birçîbûna gel. Di heman demê qirkera Gelê Kurd. Navê qesra wî ya 1100 odeyê jî “Baxçeya Netew e”. Ew jî xwe binnakeve dihesibîne.
14- Leyla Guven, berxêdera dilê mezin dizane ku, tiştê herî girîng avêtina kevira yekem ji bo binketina rejîma ku ji xwe re digot binakevim e. Ew ji kelaha bi cam re kevira yekem bi fedakirina canê xwe ve davêje.
15- Piştê Çavuşesku rêveberên partiyê wekî xwe di cihê xwe de man. Bi veguherîna derdorekî kapîtalîst têkiliyên xwe yên mafyatik domandin.
16- Niha em bipirsin, di derdorê Erdogan de, li ser saziyên stratejîk de mirovekî ku jê baver bike ma? Ji Akar’ê ku şopdarê Fetullahiyan e an ji Soysuza ku Ergenokî ye bawer bike? Ji Nûman Kurtulmuş a ku heya duh jê re xeberan dida bawer bike? An Menzîlê ku gef lê dixwar, an jî Ji Cemaatên wek Îsmaîlaga bawer bike?
17- Efkan Ala, Yalçin Akdogan, Ahmet Davutoglu, Abfullatîf Şener, Abdullah Gûl, Bulent Arinç… Hemû jî ji aliyê Erdogan ve hat tesfiyekirin. Rêviberên niha vê rewşê dibînin. Cihê ku tesfiye bibin çima tesfiyekirinê necerbînin.
18- Rêviberên Romanya ya ku ji aliyê Çavuşesku ve hatibû tayinkirin bi wî re bibûn yek, ji ber vê jî digotin dayîna ber guleyan biryarekî rast bû. Ji we re naskirî hat?
NC-Nurhak Amanos