Li kantona Efrînê vê êvarî du teqîn pêk hatin. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.
EFRÎN- Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji Efrînê dane me, li navçeya Şerya ya Efrînê wesayîteke bombebarkirî bargeha fermandariya çeteyên koma Sultan Murad a girêdayî dewleta Tirk kir hedef. Her wiha hate ragihandin li herêma Cindirêsê jî teqîneke bi rêya mayînekê pêk hat.
Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene. Piştî teqînan erebeyên ambulansê yên artêşa Tirk a dagirker berê xwe dane cihê teqînan û kuştî û birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Heta niha tu aliyî teqîn negirtiye ser xwe.