NAVENDA NÛÇEYAN
Rotînda Engîn
Dîroka raman a Serok APO, di leha civakê de dîsa şîrovekirin, binavkirin pir girîng e. Lê pirsîna hemû çaxê dîroka ramanê mîtolojî-felsefe- dîn- zanistî, rexne kirin û ev çar çax bi şeklê ramanê ve bi hevre sentez kirin, binavkirina jiyana mirov, xweza, cihan di ramanê de bi wesfê şop vekirinê de ye. Merhaleya dawî ya ku zanistî hatiyê hêj nû tê fem kirin felsefeya kuantumê, şeklê ramanê wê, bandora wê ya li ser civakê ev nirxandin, şîrove kirin û binavkirina wî hêwilnak e. Wek ku mîtolojî û kuantum jî binav dike zêhniyeta zindî ya kaînatê, di kaînatê de dîlema ya enerjî- made yê li ser rastiya hebûn û tunebûnê de pêkhatina wê anîna ziman jî pir girîng e. îro bi şikandina mirovahîyê, şîfreyê mîtolojiyê, xilasbûna nêrina serdest û desthilatdariya mêr, aliyê xwe yê feraset-utopîst esas girtinê, di parêznameyê xwe de jî anî ziman ku feraset navê enerjiya jiyana mirov e. Yê ku enerjiya xwe ya jiyanê ango feraseta xwe baş bi kar tînin utopyayê xwe pêk tînin; nêrîna wan a jiyanê, xwezayê, kaînatê diguhere têkiliya di navbera hest- raman- laş de dikare hêza xwe bibîne dide nîşan. Serok APO di parêznameyê xwe de cihêtî ya materyalîst- diyalektîk, îdealîst- metafîzîk û perçebûna ramana mirov û avakirina civakê de şerê girêdayî bandora perçebûnê rexne dike. Mirov çiqas materyalîst be ewqas jî îdealîst e, tişta ku metafîzîkê de difikire û dijî, wekî mînak; exlaq, polîtîka, hûner, siyaset hwd. şerê hêza cihêtî ya di navbera hiş-rih-laş de rast nîne. Divê mirov hay li enerjiya jiyanê hebe, binavbike û divê ew laşê ku enerjî tê de wate dibîne bi qedr bike. Ew ramana ku her tiştî di hiş de dibîne, hiş jî yek pîşkar binav dike, laş dike tişt û tîne halê obje-made bê wate dike rexne dike û divê pêwiste ev bê rast kirin. Dema olê hildide dest derketina olê ji hember zordariya îktîdar-dewletê pêk hatiye û di nav pîroziyê civakê de cih girtina olê diyar dike.
Serok APO dogmatîzma ramanê ya olê, qetandina hewcedariyê civakê û bûyîna amûra bikaranîna dewlet û îktîdarê rexne dike û hêza exlaqê ya olê û nirxê wê pir bi wate dibîne. Civak bi saya ol û baweriyan exlaq û polîtîkaya civakê parastiye. Divê sîyasîbûna olê û qetandina pêdiviyê hewcedariyê civakê cuda hildin dest. Di zanistiya ramanê de cihêtî kirin a wek ozne-nesne, objektivîzîm-subjektîvîzîm, cihanîtî-giyayîtiyê şerê di felsefeyê de heyî berdewam kirin rastiya xwezaya mirov û kaînatê nade nîşan, zanistî hêz e, zandarî jî encama feraseta îktîdarê ye. Bi pêşketina fîzîka kuantumê û felsefeyê ve mirovahî di dîroka ramanê de çiqas pirs hene bersiva wê dibîne. Felsefeya kuantumê vezgir e di nav xwe de îhtimalê û her dem pêk hatinê cih dike. Serok APO di roja îro de senteza hemû dîroka ramanê çêkir. Şeklê ramanê Serok APO; feraset-utopya, hêZA diyalektîk û metafîzîk bir her aliyî derdixe holê, dizane ku nesne jî ozne jî ew e. her çiqas cihanî be ewqas jî nirxên xwecîhî jî bi hêz dijî û dide jiyandin, mirov jî wek kaînatê piçûk dibîne, bi vê wateyê ve bi feraseta mirov kok û bingeha civakê dîrok-îro-pêşerojê mêze dike, em dikarin bibêjin bênavber halê pêk hatin-wate-şîrovê de ye.
Rêber APO, bi vê rasteqîniya rêbertiyê ve li ser perwerdeya kadroyên bingeh yên ku pêşengiya civakê bikin, gelek disekinî û girîngî dida. Mirov, wek raman, hest û laş tevdeyîtiyê îfade dike û kesên ku hest û ramanên wan pêş neketine û laşê wan jî nesaxlem in nikarin bibin pêşeng û hêza bingeh; Rêber APO ev tişt di perwerdeyên xwe de digot û ji ber vê jî dest bi seferberiya perwerdeyê kir. Di têkoşîna Rêber APO de perwerde bingeh e. Rêber APO, bi hezaran kadro xwedî kirin da ku pêdiviya gel a pêşengiyê dabîn bike. Rêber APO, diyar dikir ku “Perwerde, ne tenê di seatên fermî de, karekî îdeolojîk û felsefî ye û di dema xwarinê, razanê û têkiliyên hevaltî de, ango di her kêliyê jiyanê de derbasdar e û divê mirov 24 seatan xwe bide perwerdeyê“ û li gor vê jî jiyana xwe ava dikir.
Rêber APO diyar dike ku “Kesên ku xwe nizanibin û nasnakin, kî/ê ye û çawa xwediyê nirxek çandî-civakî-dîrokî ne nizanibin û kesên fêhm nakin ku di destrêjka qirkirinê ya dewlet û desthilatdariyê re derbas dibin nikarin tevlî jiyanê û têkoşînê bibin“. Rêber APO, bi teybetî jî girîngî dida perwerdeya jinan û hewla xwe bi baweriya bi vîndarbûn û azadbûna jinan ve jiyan hê bi pêştir wê bikeve, didomand. Kesên ku ji xwe re dibêjin “em hêza bingeh in, qadro ne, pêşeng in“ nikarin jiyan û demek teybet ava bikin û her pêşengek bi civaka xwe re nirxdar û watedar e. Li Rêber APO, ji vîna mirov, hêza mirov a puxte, teybetmendiyên mirovan ên exlaqî û polîtîk û hêza mirovan ên watedayîn û şirovekirinê re bawerî tam e. Rêber APO, ji azadiya ciwanekî û jineke ciwan re gelek nirx dida û ji bo ku ciwan û jinên ciwan vejenên xwe yên jiyanê di hest û ramanê de bi pêş bixin û binerîtînin girîngî dida perwerdeyê. Rêber APO digot ku “kesê ku ciwan û jinên ciwan nikare azad bike nabe rêberê gelekî“. Bi hişmendiya ”qezenckirina ciwanekî, bi ser de bi teybetî jî qezenckirina qîzeke, jineke, qezenckirina civakê ye“ ve ji bo ku jin bi azadî bijîn hemû derfetên xwe seferber kiribû.
Rêber APO, bi zanebûna “Di sedsala 21. de azadiya jinan temînata gelan e“ ve tevgerî û ji birêxistinbûnên jinan ê ku bi hêza wan ên cewherê tê avakirin re û ji têkoşînêm wan re gelek wate dida. Bi pergala perwerdeyê re bipirsiyarkirina xwe yên kesan, gihîştina bîra xwe, xurtkirina lêgerîna rasteqîniyê, hayilbûna bicivakîbûnê, bi hêza xwe yê cewherê re bipêşxistina têkoşînê, avakirin û parastina pergala jiyana azad, bi pêşengên xwe re azadbûna gelê Kurd pêk hatin; gelê Kurd ku azadbûyî jî gelên din, bi hêvî, kelecan û dilxweşiyek mezin re tevlî vê mihricana azadiyê kiriye. Pergala perwerdehîya ya Rêber APO, ne statîk e û ne jî di nav qewareyan de ye. Dema perwerde, cihê perwerde û şêwaza perwerde jî girîng e. Cihê perwerdeyê, bi keda bihevbeşiyê re wek bexçeya bihuştê kiriye. Werzîş û hunerê perçeyên perwerdeyê kiribû. Ji bo ku behremendiyên her mirov derkeve holê perwerdeyê, bi futbol, basketbol, folklor û şano re da meşandin. Rêber APO, sibê zû rabûnê, werzîş kirinê, li gor ahenga derdorê paqijî kirinê, zimanê laşî bikaranînê, ji nîqaşan re tevlîkirina herkesî, xurtkirina fikirîn, pirsiyarkirin û şîrovekirinê, bi şev şopandina rojeva welat, herêm û cîhanê wek perçeyên perwerdeyê didît. Li gor derfetan gerîn û nasîna cihên dîrokî perçeya perwerde ye. Bi her hevalan re yek bi yek eleqedarbûn, şopdarbûna pêşketina her hevalê, bi perspektîfan re xurtkirina her hevalê û bawerkirina hêzên wan rêbazên herî xurt a Rêber APO dibin. Rêber APO, dibîne ku perwerde ji bo gelekî ku di destrêjka qirkirinê re derbas dibin gelek girîng e û serkeftina têkoşîna wan jî bi tenê perwerdeyê re pêkan e. Rêber APO, her û her dibêje ku hişmendiyên çewt çavkaniya xwe ji bêperwerdeyîtî digre, di bingeha nerîtên neserkeftî de jî bêperwerdehîtî bibandor e û gelê ku bîrewer dibe û hêza xwe yê watedayînê xurtir dike dikarin jiyana azad ava bikin. Rêber APO, bi qasî perwerde diyarkirina armancên a pêşengan û rê û rêbazên wan, şêwazên wan jî girîng dibîne. Kesên ku armancên wan ne safî ne, serkeftina wan jî ne gengaz in. Divê yên ku jiyana xwe bi armancên xwe re watedar dikin, ji bo ku bigihîjin armancên xwe, di nava pergaleke de xwediyê nexşerêyek an jî bernameyek bibe. Kesên ku bernameyên wan ne safî ne, rêbazên wan ên têkoşînê jî encam nagre. Kesên ku xwediyê bernameyek an jî nexşerêyek bibe û vê jî bi rê û rêbazek rast re bixe merîyetê, dikarin li tehma serkeftinê binêrin. Ji ber vê yekê jî Rêber APO, bi qasî fikirîna rast, baş û xweş, alav û rê û rêbazên têkoşînê jî girîng dibîne.
Gelê Kurd, bi pêşengiya PKKê, ji 40 salan zêdetir têkoşîna azadiyê bi pêş dixe. Di vê dîroka têkoşînê de ezmûnên girsegir, daneheva nirxan, rê û rêbazên dewlemend jî afirandiye Rêber APO. Bêguman berdêl û êşên vê dîroka têkoşînê ya biheybet ku bi pêşengiya Rêber APO re pêş dikeve jî hebûn. Lêbelê Rêber APO jixwe diyar kiribû ku “azadî ne hêsan e û îşlikek ji agir e”. Îro Gelê Kurd ku zarokên roj û agir in û gelê herî qedîm û kevnar a Mezopotamyayê ye, bi saya Rêber APO niha bûye hêvî, rûmeta hemû mirovahiyê. Gelê Kurd, bi pergala Netewa-Demokrat a ku Rêber APO afirandî re, her roj ku diçe zêdetir mizgîniya li hemberî Modernîteya Kapîtalîst a dewletparêz û desthilatdarparêz destpêkirina serdema Modernîteya Demokratîk dide.