Tenê di deh rojên dawî de 4 polîsên dagirker xwe kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Xwekujiya leşker û polîsên dewleta Tirk a dagirker û serdestiya faşîsta AKP-MHP’ê her diçe zêde dibe. Ev jî balkêş tê dîtin. Li gor agahiyên dawî ku derbasî qeydê bû; tenê di deh rojên dawî de 4 polîsên Tirk a dagirker xwe kuşt.
*Li Denîzliyê Serkomîser Murat Ç.(42), li navenda Polîsê a Çinar’ê bi tebanceyê xwe bi singê xwe xwe kuşt.
*Di heman rojê de li navçeya Kocaelî Karamurselê karmenda polîs İlker K. (29) dema ku ji ber êşa xwe ya singê rakirin nexweşxaneyê di nexweşxaneyê de bi tebanceya xwe xwe kuşt.
*Hefteya çûyî li Erzînganê karmendê polîs H.B. ku di binya Miduriyeta Emniyetê de erk dikir di mala xwe de bi tebanceya xwe xwe kuşt.
*Dîsa îro li Hatay’ê Mustafa Ateş a ku di Şubeya Miduriyeta Asayîşê de erk dikir bi tebanceya xwe xwe kuşt.
Li ser xwekujiyên ku li ser hev tê dewletên Tİrk tu daxuyanî nedan. polîsan li ser medyaya civekî bertek nîşan dan. Nûçe derbasnekirina di derheqa xwekujiyan de ya medyaya hewuzê pirsa gelo tîne bîra mirovan.