Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê jinek ciwan li Rojhilata Kurdistanê dawî li jiyana xwe anî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê duh li bajarê Mahabad yê Rojhilatê Kurdistanê jina ciwan ya bi navê Leyda Ehmed Zade (18) dawî li jiyana xwe anî.
Li îranê ji ber qeyrana aborî û siyaseta dijî Kurdan ya rejîma Îranê, rêjeya xwe kuştinê her ku diçe zêde dibe. Bi taybet gelek kuştin û xwe kuştinên bi guman yên jinan çêdibin. Li gorî rêjeya rêxistinên mafê mirovan belav kirî, ji serê sala 2019’an ve, heya niha 6 jin û 6 zilam xwe kuştine.