Endamê Nûnertiya HDP’ê yê Başûrê Kurdistanê Nasir Yagiz ev 3 mehe li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di greva birçîbunê ya bê dem û bê dorveger deye. Yagiz bi îradeyek xurt çalakiya xwe dewam dike û diyardike ku heya tecrîd berdewam bike, ewê jî çalakiyê dewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di sala 2001’an de dewleta Tirk li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tecrîdek giran kirî da meşandin. Dewleta Tirk ji wê rojê ve nehêla malbat û parêzerên Ocalan serdana Îmraliyê bikin. Li hemberî vê gelê Kurd nerazîbunên xwe anîn ziman. Bi awayên cuda çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya herî bi bandor jî çalakiyên greva birçîbunê bû. Çalakiya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlamnetera HDP’ê Leyla Guven destpê kirî belavê her cihî bû. Ev 103 roje Leyla Guven di greva birçîbunê ya bê dem û bê dor veger deye. Endamê Nûnertiya HDP’a Hewlêrê Nasir Yagiz jî ev 3 mehe li dijî tecrîdê di greva birçîbunê deye.