Bêgûman, heta li ser etîmolojiya Kurdî lêkolîneke baş neyê kirin, wê gelek tiştên Kurdî di tariyê de bimînin. Zimanê Kurdî ewqasî zelale ku dema xebetek amatorî jî li ser bê kirin, gelek tiştên pir balkêş derdikevin holê. Di vir de kok û qurmên peyvan gelekî girîng in. Di dîroka zimanê Kurdî de hinek peyv û navên Kurdî ji qurmên wan hatine qutkirin û niha wateyek etîmolojîk nadin. Di peyv û wateyê de kombînasyon bi xêra qurma peyvan çêdibe. Ger peyv ji qurma xwe bê qutkirin peyv an melez dibin anjî bi demê re tên bişavtin. Ev dibin ku peyvên bîra baweriyên olî û siyasî bin jî. Ger di van peyvan de hilweşandin bê çêkirin, bîra dîrokî xirab dibe û tiştên civakê tên cem hev ji hev dikeve. Bêgûman ev tişt gelek caran hatiye serê Kurdan. Mînak welatên Kurdan û baweriyên wan teqez di nav yek peyvê de bi cih bûne û wateyek hevbeş didin.
Di mêzekirina destpêkê de peyva Ahûra Mazda ristek teolojîk dileyze, lê dema bi baldarî li ser bê sekinandin tê dîtin ku naveroka xwe ji welatên Hûrî digire. A-Hûr- A bi du pêvekên A û A aîdiyeta peyva Hûr çêdikin. Xwedayê welatê mezin di ser vê çavdêriyê re diçe heta Gûtiyan jî. Gûtî û Gûdea hem wateyek xwedayî hem jî wateyek civakî dide. Ev sîlsîleya peyvan li gorî nêrîna me di pêvajoya Medan de jî derbasdare. Heredot peyvên Medî ji telafûsa Persan digire. Di zimanê Kurdî de tîpa “Z” di Farisî de dibe “D”. Di vê wateyê de ti pêwendiya Maden û Medya bi hev re nîn e. Ger di ser Persan re ev peyv hatibe girtin û wateyek wisa girtibe dibe, lê di etîmolojiya zimanê Kurdî de ne wisa ye. Xwedayê Serdeşt Ahûra Mazda weke maziyek kevneşopoya welat û xweda derbasî têgihîştina Medî jî dibe. Li gorî vê çarçovê Medya û Med bi îhtîmalek mezin Mez ango Mazya ye. Ji ber ku HÛR, AHÛRA MAZDA, MAZYA, Mazdek, Mazdeîzm, Hûrrem û Hûremîzm ji Hûriyan heta Medan zîncîrek etîmolojîk ava dike.
Ev sîlsîle di gelek heremên erdnîgarî jî derdikevin pêşiya me. Mînak li milê kermanşah heremek bi navê Gabar heye. Heman sîlsîle derbasî milê Zabarya dibe û diçe heta Gabar Botanê, lê ev sîlsîle li milê Behdînan ji ber telafûsa zimanê Erebî dişikê û ev girêdana etîmolojîk qut dibe. Li gorî me hinekî jî raman û hiş jî qut dibe. Ji ber ku di zimanê Erebî de peyva G nîne Gabara Behdînan dibe Zabar ango Zebarî. Cabar ango Cebarî jî ji heman peyvê tê. Ev guhertinên di ziman de tên çêkirin bi demê re hilweşandinên çandî dikin û rê li pêşiya bişavtinê vedikin. Mînak di roja me ya îro de di navbara Avesta, Heste û Hêst de girêdan çêkirin gelekî zor e, lê Awesta tê wateya gotinên ji agir. Heste di zimanê Botanê de amûra agir e. Hêstên mirovan û agir ango evîn û jana ji evînê tê di zimanê Kurdî de têgehek wêjeyî ye. Mixabin ji bona girêdanek wisa di raman û dîmaxa mirovên me de çêbibe gelek kare pêwist e. Di roja me ya îro de bi qasî dûringên di nav peyvan de hatiye çêkirin, di navbara baweriyên Kurdan de jî hatiye çêkirin. Mînak: Rexmî ku di navbera Yarsan, Ehlê Heq û Ezdatiyê de cewaziyên mezin nînin jî, guhertinên wisa wan ji hev dûrdixin. Jixwe armanca van guherînan jî hinekî ev e.
Mînak di van salên dawiyê de herêma Lor û xelkên Lorî weke Faris didin naskirin. Lê dema mirov li fonetîka peyvên Kurdî yên xwemalî mêze dike, hewceyî ti nîqaşê namîne. Gor- Sor- Lor; ango Goran- Soran û Loran ji heman fonetîkê tên. Lorandin ango lorîn bi awayekî xwerû Kurdî ye. Ji bona vê sedsalê zelalkirina hinek peyvan pêwist e. Weke mînak; Babek, Mazdek û Hûrem jî mîna peyvên jor heman tişt hatiye serê wan. Li gorî nêrîna min ev hemû parçeyên yek gewdeyê ne û simbilê wan di çanda kurdî ya niha de hînjî zindî ye. Peyva Hûrrem ger ji xwarinê jî bê, xurînî û xwarin bê ku guhertinên mezin têde çêbibin hîn jî Kurdî ne. Ger ji Hûriyan tê dîsa heman tişt derbasdar e. Ev pênase bes e û em derbasî wêjeya wê demê bibin.
Du navên helbestê ku mîna stûna helbesta Erebî tê naskirin mirov gelekî didin fikirandin. Kasîde û Xazel hemû berga helbesta Rojhilata Navîn bandor kiriye. Koka peyva Qasîde ji qiseyê tê. Jixwe wateya wî jî qiseyên ji bona kesên navdar ango siltanan e. Ev peyv gelo ji Erebî derbasî Kurdî bûye ango resen Kurdî ye ez nizanim, lê di Zaravaya Dimilkî û Soranî de jî qiseye, qisekirin û qisekerdîş e. Ji bona vê peyvê lêkolîn pêwist e. Lê ji bona peyva Xazel ti gûmanên min nîn ku ev peyv ne Kurdî ye. Tîpa “G” di zimanê Erebî de nîn e û “X” di wateya fonetîka “G” de hatiye bikaranîn. Yanî Xazel, Gazel e. Di Kurdî de gazin her çiqasî zivîribe wateya gotina neyînî jî di kokê de tê wateya gotinan. Ev peyv diçe heta Gatayên Avasteyê. Gata, gotin in. Gata bi reformkirina gotinên Tewratê ku dibêje, “berî her tiştî gotin hebû” mexsed û miradê me temam dike. “Gotinên ji bona yarê” di edebîyata Erebî de nêr dibe û tê wateya gotin ji bona jinê.
Yar di çanda Serdeştî de tê wateya dost ango kesên bi Serdeşt bawer. Yarsan koma dostan e. Jixwe di vê baweriyê de wêje, bawerî û stran têkel e. Yekem taybetmendiyê vê baweriyê ev e. Ya duduyan jî çavkaniya senteza wêjeya Erebî ev bi giranî ev ray e. Mecûsiyên ku qala wan di nav ola îslamiyetê de tê kirin bi giranî ji vê rayê tên. Raya tûnd tê jêkirin, raya din jî bi giranî deforme dibe. Lê ev raya ku bi demê re tê deforme kirin, di wêjeya Erebî de sentezekê ava dike. Gazel, dubeyt, Rûbayî (çarîn) her çiqasî berê jî hebin, bi giranî di wêjeya Erebî de têne sentezkirin. Dubeyt û çarîn weke çavkanî ji Avesta û ola Serdeştî (zerdeşt)tên. Ji ber vê sedemê serzemîna Kermanşah û Lor hem wêjeya Farisî hem jî wêjeya Erebî pir zêde bandor kiriye û heta bûye çavkanî. Dibistana wêjeya Kurdî ya yekem risteke bi vî rengî dileyze. Behlûlê Medî risteke mezin di vê dibistanê de dileyze. Mirov dikare bêje ku hosteyê helbesta dumalik (dubeyt) ev kes e. Helbestên wî di heman demê de çavkaniya gulbangên Yarsanan e jî.
Ew watey yaran, ew watey yaran
Ême dêwanyîn ew watey yaran
Henî megêlin yek yek şaran
Ta zinde kerim Ayîn Êran
Dubeytên Behlûlê Medî pir bi hêsanî dikarin bibin çarîn. Ger bi tevna çarîn bêne nivîsandin, ji bilî rêza sisiyan a serbest mirov nizane ku dumalik in. Jixwe çarîn û rubaî di vir de ji hev cuda dibin. Di çarînan de ne gengaz e ku sê rêzik bi qafiye yek jî bê qafiye be. Ger wisa bê nivîsandin jixwe dibe rubayî. Serkeftina wêjeya Erebî ewqas e. Mînak:
Ew watey yaran, ew watey yaran
We qanûn şert ew watey yaran
Çendê mewla bim girdiman şaran
Yaranim kerden we qeway maran
Ev jî dumalik e, lê min weke çarîn nivîsand. Ev ne rubaî ye, lê mirov dikare bêje çarîn. Ji bona çarînê misogeriyeke rêza sisê ya serbest nîn e. Diyar dibe ku koka helbesta Rûbaî ji dumalikan tê. Dumalik dibe Çarîn, Çarîn jî veguheziye Rubayiyan. Piştî Behlûl bi rêzê weke: Baba Hetemê Loristanî, Babe Lorey Loristanî, Babe Necûmê Loristanî bi giranî Husn ul Îrtîba kirine. Yanî helbestên Behlûl dewlemend kirine. Cewaziyeke wan a mezin ji Behlûl nîn e. Ev helbesta Baba Hatemê Loristanî vê rastiyê pir eşkere dike;
Remz dêwane, remz dêwane
Hateme nanê remz dêwane
Danay amenan we bêbahane
Ez wêlim çenî ê rew û rane
Piştî vê şaxa bingehîn şaxa Baba Tahirê Ûryan heye. Li ser Baba jî gelek gotegotên spekulatîf hene. Hem ji aliyê Ereban ve hem jî ji aliyê Tirkan ve tiştên bê binî û bê bingeh hatine gotin. Mûcîzeya Baba bi bûna Erebî ango dînê Îslamê ve girêdidin. Mînaka Uryan yek ji vê ye. Lê divê em di nasnameya Baba de xwe mîna wan gotinên bê binî biçûk nekin. Kurd e ango ne Kurd e divê nebe mijara nîqaşê jî. Em dizanin ku Helbestên wî ji bilî Yarsanan ti alî nadin jiyankirin. Baba Tahirê Uryan di helbestên xwe de hemû wêjeya berî xwe vedihewîne. Hem Çarîn hem jî Rubaî ji Baba û vir ve pêş dikeve. Dumalikên Behlûl veduguhezîne Çarîn ango Rubayiyan. Dibe ku yên destpêkê Avestayê di pêngava Îslamê de reforme dike jî ew be. Helbestên wî reformekirina Avestayê ne. Rista Baba di vir de veşartiye. Ew van herdu malikên Behlûl dike jiyanî.
Çendê mewla bim girdiman şaran
Yaranim kerden we qeway maran
Di cewherê xwe de baweriya Yarsanî ango Ehlê Heq ev bi xwe ye. Ger Behlûl bertek be, Baba rêxistin e. Yarsantî li ser demarê Zerdeştî ji Şîatiyê gelekî radîkaltir e. Mirov bi hêsanî dikare jê re bêje mezhebeke Zerdeştî ye. Hevsengiyeke di navbera Şîa, Îslam û Zerdeştiyê de çêkikiriye. Li gor vê rastiyê jî Baba reformgereke gelekî mezin e. Xemgîniya Baba ji ber şertên heyî ye. Ew van encaman dike helbest. Helbestên wan nixumandî ne. Helbest bi awayekî dibe peywendiya navbera Yaran. Jixwe Yarsantî ev bi xwe ye. Ger dema mirov li etîmolojiya van baweriyan mêze bike, mirov wê vê rastiyê pir baş bibîne. Yarsan û Kakayî di wateya dost û bira de hatiye bikaranîn. Ji ber vê rastiyê jî peyv hemû bi kodin. Wêjeya raya yekem nîv wêjeyî nîv bawerî ye. Mirov dikare her sê komikên Kurd ên baweriyê di vê rayê de kom bike. Êzdî, Yarsan û Elewî parçeyên vê dibistanê ne.
Baba Tahir me gotibû ku yekem nivîskarê Rûbayiyan e. Qasîde û Gazel çavkaniya xwe ji çarînên Baba digirin. Ji Baba kevintir şêwazekî bi vî rengî nehatiye dîtin.
Ez ew sotîdilê bê pî û ser im
Ku dilê sotî bi eşqa dîlber im
Dilê min daxdayî ye ji lalerûyan
Di demarên xwe de xwedî nişter im.
Çavkanî: Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi/Jiyan Bihar