Piştî Wezîrê Karên Navxweyî ya dagirkeri hedef nîşan da, li Mêrdînê 13 siyasetmedar hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 12 jê hatin berdan û Hevserokê HDP’a Mêrdînê Alî Sîncar jî hat girtin.
MÊRDÎN – HDP’a Mêrdînê, di 30’yê Çileyê de ji bo danasîna namzetên hevşaredariyê bernameyek li dar xistibû. Lê belê Wezîrê Karên Navxweyî ya dagirkeri Suleyman Soylû, kesên tev li vê bernameyê bibûn hedef nîşan dabû. Piştî vê di 7 Sibatê de di avêtina ser malan de hevserokên bajêr û rêveberên partiyê yên bajêr jî di nav de 13 kes hatibûn binçavkirin. Îro, piştî karên li emniyetê kesên hatin binçavkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.
Hevseroka HDP’a Bajêr Eylem Amak, rêveberên partiyê Abidîn Ûnay, Adil Başaran, Halîl Yagan, Şehmuz Çalkan û Huseyîn Alper û endamên partiyê Vedat Abûkan, Ferhat Kalkan, Abdulbarî Akalan, Mûsa Bîbîr, Kahraman Samaras û Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Berîtan Onen bi şertê venêrîna edli hatin berdan. Lê belê Hevserokê HDP’a Mêrdînê Alî Sîncar hat girtin.