NAVENDA NÛÇEYAN
Rotînda Engîn
Rêber APO, paradîgmaya xwe ji ser sê bingehan pênase dike. Civaka demokratîk, azadiya jinan û bîra ekolojîk. Bi hemû nirxên civakê ve, bi aliyên xwe yên çandî-dîrokî-civakî ve, ji ber ku exlaqî û polîtîk e bi pêşxistina bîra civaka demokratîk ve û bi parastinê ve dikare bigihîje rasteqîniya azadiyê. Di vê paradîgmayê de heke azadiya jinan nebe, nabe. Ji bo ku civak demokratîk bibe û azad bijî, hewceye ku jin azad be. Heke di civakekê de jin azad nebe, ew civak dîl e, xulam e û nikare xwe ji qirkirinê jî xelas bike. Veavabûnên hemû hişmendiya dewlet û desthilatdariyê û teybetmendiyên paşverûtiyê derbasbûn û afirandina rasteqîniya civaka azad û ferdên azad a jina komunal û wekhev karê bingehîn e.
Rêber APO, bi pêşxistina paradîgmaya azadiya jinan re pêşiya partîbûyîn û xweparastina jinan vekir û cewhera jinên Kurd a dîrokî derxist holê. Îro bi pêşengiya jinên Kurd, jiyana azad û wekhev li Kurdistanê û Mezopotamyayê pêş dikeve. Dîroka têkoşîna azadiya jinan, bi civaknasiyek rast ve bi jineolojiyê re kirina yek, di serî de femînîzm û hemû şaxên jineolojiyê ango zanîsta jinê di aliyê îdeolojîk-felsefî-ramanî de bîrewerî afirandin girîng e. Pergala jiyana azad a jinê yê ku bi jineolojiyê re pêş dikeve, di demokratîkbûna civakê de rolek bingehîn dilîze. Di nava civaka demokratîk de pergala xwe ya Konfederalîzma Demokratîk ava kirin û dîsa avakirina meclîs, komun, akademî û koperatîf girîng e. Bi pêşengiya jineolojiyê ve paradîgmaya azadiya jinan di pergala konferalîzma jinan de digihîje laşekî. Avayîsaziyê vê jî Rêber APO ye. Yek ji şaxên paradîgmaya Netewa Demokratîk ekolojî jî, pirsgirêk, sedem û çareseriyên ekolojiyê bi berfirehî tîne ziman û Rêber APO jî di derbarê ekolojiyê de nêrîna xwe wek di bingeha azadiyê de yekbûna xwezaya yekemîn û duyemîn, aniye ziman. Xwezaya yekemîn xweza bixwe ye, xwezaya duyemîn jî civak e.
Hişmendiya dewlet û desthilatdariyê xwezayê em tê de ne wek bîreserek dibîne û her cureyên operasyonên gemar jî li ser xwezayê dimeşîne û helwestên xwezayê jî ji ber ku nikare bixe bin qontrola xwe, ji bo zindiyan şert û mercên jiyanê ji holê rakiriye. Li hemberî vê jî Rêber APO “azadî û rasteqînî bi tenê nasîna xwe, xweza û gerdûnê re pêkan e“ dibêje û nêrîna xwe yê ekolojîk tîne ziman. Qulbûna tewqa ozonê, feza wek sergoyê kanzayan kirinê, operasyonên ku ji bo berjewendiyên tên kirinê û ahenga avhewayê xera dikin, zêdebûna gelheyê, qedandina jiyana gund û cotkariyê, bi bendav û HESan qedandina avan, ji bo avahiyan şewitandin û qusandina daristanan, gemarkirina deryayan û çeman, zirarên berşoyên bijehr, zêdebûna qirkirinan û qetilkirinên jinan, zêdebûna birçîbûn û xizaniyê êdî ketine qonaxek xeter. Her çiqas ked û hewla tevgerên ekolojîk hebin jî û nirxdar bin jî, ji bo ku xwe ji hişmendiya endustriyalîzma kapîtalîzmê rizgar nekirine, nikarin hêza çareseriyê bibin. Yek ji şaxên kapîtalîzm endustriyalîzmê wek konformîzm û modern dîtin, şewşandinek micid a hişmendiyê ye. Girîng e ku tevgerên ekolojîk vê hişmendiyê derbas bibe û li hemberî endustriyalîzmê şer bike. Ji ber ku endustriyalîzm, her roj ku diçe hîn zêdetir jiyana civak disalixîne û civaka berxwarinê derdixe holê. Ji bo ku endustriyalîzm ji exlaq, rewişt û bedewkariyê jêmayî ye, tu caran nikare jiyanek modern-pêşverû pêşkeşî gel bike. Endustriyalîzm, bireserbûna her tiştê ye. Nirxên gel, çand û dîroka gel wek derveyî serdemê-paşverû dîtin şaşiya herî mezin e.
Rêber APO, di paraznameyên xwe de ev tiştan bi berfirehî aniye ziman û dibêje; “ferdek an jî civaken heke nêrîneke ekolojîk bi pêş nexe, nikare azad bibe“. Ji ber vê jî bi nêrîna ekolojîk, em dikarin azad bibin û vê biparêzin. Ji ber vê jî divê ewilî ji xwe dest pê bikin. Li hemberî endustriyalîzmê her cureyên têkoşînê divê em bimeşînin û hişmendiya me ya aboriya ekolojîk xurt bikin. Em hemûyan perçeyeke xwezayê ne. Em bi xwezayê re yek in, çavkaniya me heman e. Quantum û felsefeya wê îro vê rastiyê hîn zelaltir derxistiye holê. Ji vê aliyê ji 7an heta 70î divê ku hemû civak bîra ekolojîk bi dest bixe û di vê bingeha hişmendiyê de jî hînî jiyînê bibe. Û têkoşîna ekolojîk jî divê hîn xurtir bi pêş bixe. Divê ji bo ku rastiya Rêber Apo were fêhmkirin hemû paraznameyên wî dubare dubare were xwendinê û paraznameyan bi derxistina bîreweriyê re jî xurtkirina lêgerîna rasteqînî û azadiyê jî girîng e.Em ji bîr nekin ku gerdûna ku em di nav de ne, heke zindî be û serpêhatiya wê ya girsegir hebe, ji bo ku xwe bide nasîn û bide fêmkirin her dem û her çax mirovê kamil hilbijartiye. Di sedsala 21. de Rêber Apo gerdûna ku tê ziman bixwe ye. Gerdûn di Rêbertiyê de tê ziman. Rêbertî bi rastiya xwe ango bi halê xweyî pişkî, bi gerdûnîtiyê girtiye. Di navbera dualiya Gerdûnî-pişkî de kirdeyî û camidiya xwe çêkiriye. Li girava Îmraliyê li ser şexsê Serok Apo, gelê Kurd, ferdê azad, di nav mercên dîlî tê girtin. Bi bedena xwe azad nebe jî Rêber Apo di dîroka borî û bê de mirovê herî azad e. Rêber Apo li girava Îmraliyê bi paraznameyên xwe yên ku wek di tehma hingiv de ne pêşkeş kirinê re, bîra jiyana azad, felsefa wê, rê û rêbazên pergalê û bedenbûyina wê di serî de gelê Kurd, bi Paraznameya Civaknasiya Azadiyê ve diyarî hemû mirovahiyê kiriye. Civaknasiya Azadiyê, di navbera aloziya civaka-dîrokî de kêliyên azadiyê pênase dike. Bi azadî jiyîn û di kêliya azadîyê de, di dema xwe de ji bo avakirin û parastina civaka xwe dibe çavkaniyek girsegir û rêbertî dike.Kêlikên azad her car nayê jiyîn. Tê zanîn ku kesên di bîra kêlikên azadiyê de ne; yên ku bi çavdêriya dem û cih re nirxandinên xurt dikin, her kêlikê watedar dijîn û her kêlikê jî bi têkoşînê dinirxînin, bi giyana Civaknasiya Azadiyê wê bigrin. Heke Serok Apo bîra xwe ya azadiyê her dem bi halê nû çêbûyî ve pêş dixîne, ya me jî bi baweriya vîna xwe, hêza xwe jiyîna rastiya azadiyê pêkan e. Ji vê aliyê rastiya Serokatî bi tevlî kirina wateya nû, şîroveya nû bi halê bûyîng girîngiya xwe diparêze. Têkoşîna hebûn-tunebûnê bi bûyînga domdar bersiv dide. Gelê Kurd jî bi rastiya Serokatî re deng bûyînga azadiyê domdar dike û têkoşîna xwe zêdetir pêş dixe. 2019 salê têkoşînê di xêza Serokatî de zêdetir pêş bikeve û wê gelan dema xwe û rastiya xwe zêdetir bijî em dikarin ev diyarbike. Sala 2019 bi pêşxistina têkoşîna gelê me sala hevdîtina Serokatî be.