NAVENDA NÛÇEYAN
Kurdan di salvegera bîstemîn ya komploya 15ê Sibatê de helwesteke nû danîn holê. Êdî naxwazin ku bi bi rejîma komployê re, sîstema Îmralîyê ya bi tecrît û îşkence re bijîn. Dixwazin ku sîstema Îmraliyê perçe bibe, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan bigihîje mercên azad jiyîn û çalak. Hebûn û azadiya gelê kurd girêdayî vê yekê dibînin. Baweriya wan ew e ku bingeha jiyaneke mirovî ev e. Di vî bingehî de kurd di 15ê Sibatê de ji her deverê ber bi Strabourgê ve, ji hemû bajaran ber bi Amedê ve meşiyan û bi têkoşerên greva birçîmayînê bûn yek û helwesta xwe rave kirin.
Greva birçîmayînê ya hevseroka DTKê û parlementera HDPê Leyla Guven ya ku di bingeha hemleya “em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin” di 15ê Sibatê gihaşt roja xwe ya sedem. Têkoşîna ku Nasir Yagiz birêve dibe ket roja xwe ya heyştêyan û têkoşînên greva birçîmayînên yên di zîndanên TCyê de û li derveyê welat jî ji şêst rojî derbas bûn. Eşkere ye ku ev hemû sîstema Îmraliyê ya bi tecrîd û îşkence ji xwe re dikin armanç û li dijî komploya 15ê Sibatê hatine pêşxistin. Lewma gihîştîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi mercên azad jîyîn û çalak ji xwe re dike armanc.
Pir eşkere ye ku sed rojî greva birçîmayînê kirin, hucre bi hucre helandin ne kareki wisa hêsan e ku herkes dikare be bike. Eger tu armancên pir pîroz li holê tune bin, pirsgirêkên dirokên nebin mirovek nikare bi vî rengî di ber xwe bide. Tenê armanç û baweriyên pîroz dikarin îradeyeke ewqas nehej derxin holê. Xuyaye ku parçekirina sîstema Îmraliya ya îşkenceyê û gihîştina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya mercên azad jîyîn û çalak ji bo gelê kurd û jinan armanç û baweriyeke ewqas pîroz e. Ev têkoşînên ku me li jor behsa wan kir vê rastiyê careke din jî piştrast dikin.
Di vê pêwendê de em komploya 15ê Sibatê û sîstema Îmraliyê ya îşkenceyê careke din naletî dikin. Em hemû têkoşerên hemleya “ azadî li dijî kopmloyê, em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin” silav dikin. Bi taybetî di kesayeta Leyla Guven û Nasir Yagiz hemû têkoşerên greva birçîmayînê silav dikin û baweriya xwe ya ku dê ew ê serkestî bibin rave dikin. Em diyar dikin ku wê bawerî û îrade ya wan daniye holê ew ê serkeftinê bi xwe re bîne. Em di wê baweriyê de ne ku ew ê bi wê biryardarî û cesareta destpêkê berdewam bike.
Bêguman dek û dolabên zîhniyeta faşîst-jenosîdkar û siyaseta êrîşkar jî li dijî van têkoşînan berdewam dikin. Faşîzma AKP-MHPê çawa ku serî li hemû dek û dolaban dide, parlementer jî di nav de êrîşî herkesî dike û teroreke pir wehşî û faşîst pêk tîne. Xwepêşandana asteng dike, mitîngan qedexe dike, her roj davêje ser malan û welatparêzan radigre; bi kurtasî tu êrîşeke ku nake nahêle. Ji bilî vê destek û beşdarbûna dewletên wekî Almanya jî ji van êrîşên TCyê re kêm nabe. Almanya û dewletên wekî wê li ewropayê li dijî gelê kurd û dostên wan, bi taybetî jî ji bo xwepêşandanên demokratîk yên ciwanan asteng bikin qet ji Tcyê paşve namînin. Lê belê vana hemû çawa ku nikarin van têkoşînan bişkînin, nikarin lawaz jî bikin! berovajî vê zexta faşîst û teror ji bo têkoşînê hêrs bertekê mezintirîn dike. Tê fehmkirin ku rewşa berberî bi awayekî ku kûrtir bibe dê berdewam bike.
Turkiye di rewşeke bi rengî di nav nakokî û berberî de ketiye pêvajoya hilbijartineke xwecîhî ya nû. Saziyên resmî ev pêvajo dane destpêkirin, namzet hatine tespîtkirin û xebatên hilbijartinê hatine destpêkirin. Ji vana jî wêdetir ji hilbijartinên berî xwe cûdatir îttîfaqên pir cure cure hatine avakirin. Bi vî awayî li hemleya “em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin” xebatên hilbijartinê jî hatine pêvekirin. Li dijî tecrîdê berxwedan û xebatên hilbijartina xwecîhî bûne yek. Di vê pêwendê de tê fehmkirin ku eger tu bûyerên cûda neqewimin dê di 31ê Adarê hilbijartinên xwecîhî werin kirin.
Ji ber vê sedemê ji demeke ye nîqaşên hilbijartinê destpê kirin e û her ku diçe kûrtir dibin. Behsa girîngîya hilbijartinên 31ê Adarê tê kirin û “di asta referandumê de” tê nirxandin. Bi vê şêweyê tê xwestin ku eleqe bi hilbijartinan were zêdekirin û alîgir berevkirin. Elbet vana hemû xisûsên pêwîst û girîng in, kes nikare bibêje berî hilbijartinekê çima van tiştan dibin. Lê belê wekî têgehekê hilbijartin dema were nirxandin, pêşiyê divê li mercan were nerîn û tiştê ku tê kirin di rastiyê de beramberî çi tê were pirsîn. Ji bo mirov di pênase û nirxandinan de şaş nebe û kesên din jî şaş neke pêwîstî bi vê yekê heye. Pêşiyê em vê yekê diyar bikin ku pêvajoya hilbijartineke xwecîhî destpê kiriye, lê belê mercên hilbijartineke adîl û wekhev tune ne. Bo mînak di navbera AKP-MHPê de bi navê “Cumhur ittifaki” îttîfaqeke faşîst hatiye avakirin. Bila şaş neyê fehmkirin, em ne li dijî îttifaqên hilbijartinê ne. Berovajî vê çawa azadiya avakirina partiyekê heye, her wekî wê divê azadiya avakirina îttifaqa hilbijartinê jî hebe. Lê belê ya ku di navbera AKP-MHPê de tê kirin ne îttifaqa di navbera du partiyan de ye! Berovajî vê hemû îmkan û saziyên dewletê li ji bo namzetên AKP-MHP têne bikaranîn. Devê kaniyên Maliyeyê ji bo namzetên AKP-MHPê tên vekirin, bi tevlî artêş û polîsan hemû saziyên dewletê ji bo van namzetan xebatên hilbijartinê dikin, hemû îmkanên dewletê di vê pêwendê de tên bikaranîn. Xuyaye ku tiştê tê kirin ne îttîfaqa du partiyan e, seferberkirina hemû îmkanên dewletê ji bo serkeftina van namzetan e.
Ji aliyekî din ve, dema AKP-MHP xebatên hilbijartinê birêve dibe, bo mînak her roj li dijî buro û rêvebirên HDPê operasyonên ragirtinê pêk tên. Her roj pênc-deh rêvebirên HDPê tên ragirtin, civîn û pêşveçûnên wê tên astengkirin, heta namzetên wê tên ragirtin. Belê di vê rewşê de dê HDP çawa xebatên hilbijartinê birêve bibe? Xuyaye nikare birêve bibe. Belê bi vî awayî yanî bi awayê ku hemû dewlet ji AKP-MHPê re dixebite û HDP di bin zextên giran û ragirtinan de ye dê çawa were gotin ku hilbijartineke adîl û wekhev pêk hatiye? Xuyaye nikare were gotin. Lewma devjê berde ev tişta ku tê kirin weke referandûmê were nirxandin, di eslê xwe de ne hilbijartineke jî. Berî her tiştî divê ev rastî were diyarkirin û li gor vê yekê li encaman nêzîkayî were kirin. Eger ev rewş ji çav bireve wê demê dê lîstika faşîzmê bigihêje armanca xwe.
Lê belê ji bo ku rewş wisa ye pêwîst e mirov ji xebatên hilbijartinê dûr bisekine? Bêguman na! Tişta ku me diyar kiriye nayê vê wateyê. Tenê vê yekê diyar dike ku pêşbirkeke azad û wekhev tune ye, di mercên faşîzmê de hilbijartineke demokratîk pêk nayê. Berovajî vê ne ku jê dûrsekinîn, berovajî vê bi awayekî çalaktir beşdarî xebatan bûyîn û bikaranîna hemû îmkan û fersendan li dijî faşîzmê pêwîst e. Ji ber vê yekê nirxaninên ku girîngîyê nadin xebatên hilbijartinê û dûrketina ji xebatê telqîn dikin ne rast in.
Wê demê pêwîst e mirov pêvajoya hilbijartina xwecîhî bipejirîn e û fersendên ku pêvajo li dijî AKP-MHP diyarî dike bi awayekî çalak bikar bîne. Ji bo vê pêwîste mirov ji ber zexta faşîst nelikume, wan neke mijara gilîkirinê, berovajî vê li hemû enîyên têkoşînê birêxistin bûn pir girîng e. Pêwîst e hem mirov pêvajoya hilbijartinê bi çavê seferberiyê pêşbazî bike hem jî qet guh nede gehf û xespkirinên AKPê û dengdayînê bipejirîne. Yekkirina xebatên hilbijartina xwecîhî û têkoşîna li dijî tecrîdê dê di her du enîyan de jî serkeftinê bîne. Di serî de namzetên jin dengdayîna hemû namzetên demokratîk dê li Kurdîstanê pêşxistina demokrasiyê û li Turkiyê jî têkçûyina faşîzmê divê armanca bingehîn be. Encam çi dibe bila bibe, xebateke bi bandor ya hilbijartinê ya li dijî faşîzmê dê ji bo pêşketina demokrasiyê bibe pêngavek.
Selahaddîn ERDEM
Ji Yenî Ozgûr Polîtîka hatiye wergerkirin