Ajansê me ya ku amadekariyan dişopîne çavderiya amadekariyên konferansa ku 20’ê Sibatê de pêk were kir.
KOBANÊ- Xebatên 2’mîn Konferansa Rojhilata Navîn piştê avabûna “Înîsiyatifa Rojhilata Navîn” 14 Tirmehê de hat îlankirin. Ajansê me ya ku amadekariyan dişopîne çavderiya amadekariyên konferansa ku 20’ê Sibatê de pêk were kir. Di Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a ku li Kobanê pêk were de wê 3 roj li ser mijarên cuda nîqaş were kirin. Her wiha di rojên dawî de jî cihên dîrokî yên Bakurê Suriye û Rojava were gerandin.
Di roja yekem a Konferansê de peyama silavkirina mêvan û delegeyan were xwendin û rêxistin û partiyên ku tevlî konferansê bibin, peyamên wan were xwendi. Pêşandana sînevîzyonek ku li ser berxwedanên gel û ciwanên Rojhilata Navîn hatiye amadekirin were kirin û pêvajoya siyasî were nirxandin.
Di roj duyem de pirsgirek û krîzên ku li Rojhilata Navîn di serdema Modernîteya Kapîtalîst de were nirxandin. Her wekî din rola Ciwanan di berxwedana gel û xeta Netew Demokratîk de were nirxandin.
Di roja sêyem de wê pêşniyar û biryarên li ser çareseriya li ser rola ciwanên şoreşger û demokratîk di nav krîza Rojhilata Navîn de werin girtin. Di encama konferansê de jî tê payîn ku Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn were avakirin.