Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 104’emîn de di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de berdewam dike.
NAVENDA NÛÇEYAN- Berxwedana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiriye, di roja 104’emîn de di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de berdewam dike.
Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 104 rojin di grevê de ye. Piştî Guven çalakiya xwe berdewam kir, di 25’ê Çile de Guven hat berdan û li malê çalakiya xwe ya grevê berdewam kir. Guven, dîsa diyar kiribû ku heta daxwaza wê ya rakirina tecrîdê bi temamî pêk neyê dê çalakiya xwe berdewam bike û 104 rojin bi biryar çalakiya xwe berdewam dike.
Çalakiya Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 91’emîn de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 65’emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 66’emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.