Encamnameya Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê ya bi dirûşma ‘Civaka azad bi jina azad pêkan e’ ku duh li Amedê bi tevlibûna sedan ciwanan pêk hatibû, hat aşkerakirin.
AMED- Encamnameya Konferansa Meclisa Jinên Ciwan a HDP’ê ya bi dirûşma ‘Civaka azad bi jina azad pêkan e’ ku duh li Amedê bi tevlibûna sedan ciwanan pêk hatibû, hat aşkerakirin.
Encamanameya konferansê wiha ye:
-Li Girtîgeha Îmraliyê tecrîda teqez a li ser rêberê gelan birêz Abdullah Ocalan her diçe girantir dibe û li Kurdistan û Tirkiyeyê belav dibe. Li hemberî tecrîda teqez a li ser birêz Abdullah Ocalan bi pêşangiya parlamentera Colemêrgê Leyla Guven li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê nêzî 300 girtiyên siyasî dest bi grevên birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Dîsa li Ewropa û başûrê Kurdistanê bi dehan rêhevalên me bedana xwe dane ber birçîbûnê. Em ê jî armanca çalakiya ‘şikandina tecrîdê’ bikin esasê hemû xebatên xwe.
-Tecrîda ku di şexsê birêz Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li ser tevahî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin, mêtingerî û zext her roj girantir dibe û kolekirina jinan hîn kûrtir dike. Di nav vê koletiyê de herî zêde nasnameya jinên ciwan tên hedefgirtin. Pêkanîna tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ku dijmirovî ye herî zêde jinên ciwan hîs dikin. Ji ber vê wekî jinên ciwan em astengiya herî mezin a pêşberî rêxistinbûna xwe tecrîdê dibînin û dê parçekirina tecrîdê hedefa me ya herî bingehîn be.
-Di encama polîtîkayên dijminê jin û zarokan rejîma AKP-MHP’ê her roj faşîzma nêrza zêde dibe û ev rewş bi rêya yasa û çapemeniyê di civakê de tê rewakirin û bi vî awayî civak teşfîqê şîdetê tê kirin. Di heman demê de bi polîtîkayên perwerdeyê ya zayendperest ev rewş tê mayîndekirin. Jinên ciwan ku li hemberî vê yekê qadên azad diafirînin, li dijî zîhniyeta nêrza û tecawizkar dê polîtîkayên azadiya zayendî li hemû civakê belav bike.
-Rêya têkbirina pêkanîna faşîzan a pergala heyî ji şikandina tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan derbas dibe û di heman demê de dê pergala kolekirina jinan jî tarûmar bike. Em ê wekî Jinên Ciwan ên HDP’ê dê li hemberî faşîzmê bibin xwedî têkoşîn û çalakiyên mezin.
-Em ê li hemberî zîhniyeta yekperestiyê ku kapîtalîzm di şexsê jinan de li tevahî civakê dide ferzkirin, bi reng û nasnameya xwe li her qadê xwe bi rêxsitin bikin û li hemberî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirina ku li ser hemû gelan tên meşandin, heta dawiyê têbikoşin.
-Rejîma faşîz a AKP-MHP’ê tenê jinan qetil nekir, di heman demê de xwezayê jî talan kir û êrîşê hemû nirxên civakî ya jinan kir. Wekî Meclisa Jinên Ciwan ên HDP’ê em ê li gorî perspertîfa ku di konferansa me de derketiye, ji vir û şûnde polîtîkayên me azadîparêz, wekhev, ekolojîst û şoreşger be.
-Pênasekirina azadiya jinan divê di ruh û mêjî de pêk were. Em hem wek ciwan û hem jî wek jinan dê rol û mîsyona xwe ya pêşengiya civakê bi cih bînin. Em wek jinên ciwan ji bo jinûvebidestxistina pêşengiya civakê ji niha û pêde bajar bi bajar, tax bi tax, kuçe bi kuçe xwe bi rêxistin bikin û hêza xwe ya cewherî derxin holê.
-Ji bo mezinkirina rêxistinbûna jinên ciwan û gihîştina jinên ciwan dê li gorî xweseriya herêman şahiyên civakî yên wek seyran, şahî, taştê û konseran li dar bixin. Di heman demê de dê li lîse û zanîngehan jî bernameyên xweser bên plankirin û hevdîtinên jinên ciwan pêk bên.
-Di konferansê de biryar hat girtin ku di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de lîse û zanîngehan de polîtîkayên zayendperest ên perwerdeyê bên boykotkirin û wek Meclisa Jinên Ciwan bi awayekî kortej dê tev li pîrozbahiyên 8’ê Adarê bin.
-Hat plankirin ku dê li herêman li dijî polîtîkayên zayendperest ku li ser civakê û jinan tê ferzkirin, li ser bingeha jineolojiyê nîqaş pêk werin.
-Biryar hat girtin ku bi pêşengiya jinên ciwan li dijî tundî, tacîz, tecawiz, fihûş û êrîşên dewletê yên li hemberî jinan, xebatên panel, çalakî û şahiyan pêk bên.
-Ji bo li her qadê rêxistinbûna jinan bê mezinkirin, biryar hat girtin ku koordînasyonên girêdayî Meclisa Jinên Ciwan bên avakirin. Em ê bi van pêngavên rêxistinbûnê xwe bigihînin her derê.