Li Minbicê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şevê din çeteyekî DAIŞ’ê ku tevgera çeteyan di bajêr û gundewarên wê de hêsan dikir, girt.
NAVENDA NÛÇEYAN – Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê ragihand ku piştî çavdêriyeke dirêj, lêkolîn, analîzkirina agahî û giliyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi ser maleke li bajarê Minbicê de girt ku yek ji şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê xwe tê de vedişart.
Buroyê destnîşan kir ku piştî ku çete xwest bireve Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew girt. Her wiha di lêpirsînên destpêkê de eşkere bû ku destên wî di hêsankirina tevgera çeteyên girêdayî DAIŞ`ê li Minbic û gundewarên wê de heye.