Roze Elî jinek ciwan bû duh ji ber şewatê jiyana xwe ji dest da. Niha yek ji wan kesên ku Roze Elî biriye nexweşxaneyê eşkere kir ku guman hene ku Roze hatibe şewitandin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Roze Elî ya 20 salî duh li Lubnan Sitî ya Silêmaniyê bi şewatê jiyana xwe ji dest da. Polîs li ser bûyerê lêkolîn dikin û heta niha li dijî şewata wê ti kesê gilî nekiriye.
Roze 20 salî bû û peymangeh temam kiribû. Di pêvajoya zewacê de gelek çaran tê êşkencekirin û şîdet lê tê kirin.
Duh danê sibehê Roze di mal de şewitî tê dîtin. Piştre dayik û hevrêyên wê dibin Nexweşxaneya Silêmaniyê. Piştî demekî kurt li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dide. Li gorî axaftina Seywan Mihemed ku li gel dayîka wê çû nexweşxxaneyê, dayika Roze pirs jê kiriye ka wê bi xwe xwe şewitandiye. Roze bi îşaretan bersiva ‘na’ daye. Piştre pirsa hevjînê te tu şewitandî? dike. Roze îşareta ‘belê’ bi kar aniye.