Piştê ku AKP’ê faşîst li Wanê şaredarî xesp kir 4 hezar karker ji kar derxistibû. AKP’ê faşîst şaredariyên gel kiriye wekî qereqolan û polîs û çawişên pispor li şaredariyê bi cih dike.
WAN- Waliyê dagirker a Wanê ku bûye qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mehmet Emîn Bîlmez li hemû kuçe û kolanên bajêr polîs bi cih kiriye û hefteya borî jî di çarçoveya vê polîtîkayê de karker li şaredariyan bi cih kir. Bi vê tê xwestin ku gel di nav tirsekî de bihêlin. Her wiha hemû sazî bi d3iwarên bêton hatine dorpêçkirin. Tirsa ku bixwe dijîn li ser gel jî dixwazin ferz bikin.
Bîlmez ji bajarên Kayserî, Yozgat û Konyayê gelek kes li şaredariyan îstîhdam kir û di vê çarçoveyê de 9 çawişên pispor kir zabita.
Derket holê ku ji nav 127 karkeran, 50 jê ji bajarên Kayserî û Yozgatê ne û xizmên rêveberên AKP’ê ne.