Şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê ew weke mertalên zindî di hundir gundê Baxozê de bikar dianîn, rizgar kirin.
DÊRAZOR- Pêngava Bagera Cizîrê ya bi navê Şerê Tinekirina Terorê di qonaxa dawî de ragihandin ku şervanên QSD`ê komeke din ji sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê ew weke mertalên zindî di firehiya biçûk ku di bin dagirkeriya wan de maye bikar dianîn, rizgar kirin.
Piştî şervanan sivîl rizgar kirin alîkarî ji wan re pêşkêş kirin. Her wiha piraniya sivîlên hatin rizgarkirin jin û zarok in û şervanên QSD`ê dê wan ber bi herêmên ewle ve bibin.