Merve Demîrel a li kolana Sakaryaya Enqereyê hat binçavkirin û rastî tacîza polîsan hat, li dozgeriya Enqereyê gilî kir
NAVENDA NÛÇEYAN- Xwendekara Zanîngehê Merve Demîrel a li kolana Sakaryaya Enqereyê rastî tacîza polîsan hat li Edliyeya Enqereyê li dozgeriyê giliyê polîs kir. Merve Demîrel a hat binçavkirin û rastî tacîza polîsan hat çû Edliyeya Enqereyê û der barê polîsê tacîzkar de li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê gilî kir. Li gel Merve Demîrel, parlamenterên HDP’e Omer Faruk Gergerlîoglu û Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî hatin Edliyê. Demîrel, beriya gilî bike, li pêş edliyê bersiv da daxuyaniya midûriyeta polîsan û wiha got: “Bavê min ji doza FETO hat darizandin lê hat îxrackirin. Ew qas, xwişk, bira keçên 100 hezar kesên hatin îxrackirin, dê derkevin kolanan û bêyî pêvajoya darizandinê bi dawî bibe hûn dê bêjin, ‘Tu endama rêxistinê yî’ mijarê terorîze nekin. Tacîz sucekî bê şik e. Hûn nikarin bi tu awayî ser vê tacîza xwe bincil bikin.”
Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu jî anî ziman ku tacîz pir aşkera hatiye belgekirin û wiha got: “Xuya dibe ku hemû jinên tên binçavkirin rastî tacîzê tên. Merve bi wêrekiyek pir mezin aşkera kir. Bêdengiya dozger a li hemberî vê bûyerê û hewldana midûriyeta polîsan a li hemberî vî sûcî sûcê giran e.”
Merve Demîrel û wekîl piştre çûn edliyeyê û der barê polîsan de serlêdana sûc kirin.