Qeyyuma faşîst tabelaya ku di ketina bajar de cih digirt û bi sê zimanan hatîbû nivîsandin rakir û di cihê wî de tenê bi zimana Tirkî tabelayek danî.
SÊRT- Piştê ku li ser Şaredariyên Kurdistanê qeyum hat şandin, nêzikatiyên faşîzane li her derê derket holê. Ji van cihan yek jî qeyyuma xespker a Şarederiya Sêrt’ê ye.
Qeyyuma faşîst tabelaya ku di ketina bajar de cih digirt û bi sê zimanan hatîbû nivîsandin rakir û di cihê wî de tenê bi zimana Tirkî tabelayek danî. Tabelaya ku berê li ser de Kurdî, Erebî û Tirkî “Hûn bi xêr hatin” dinîvîsand, qeyyuma faşîst tehemmul nekir û rakir.
Hate zanîn ku li Sêrt’ê tenê ew tabelaya pirzimanî mabû û ew jî hat rakirin. Her wiha faşîstiya qeyyum bi vê jî neqediya. Li ser tabaleya nû ala Tirk a dagirkeriyê jî daliqandin.