Tîmên fûtbolê yên ku li herêmên cûda yên Almanyayê di Kreisligayê de dilîzin SV Inter Komata, Fc Amed Berlin, KSV MED, Azadi Wuppertal û Newroz FC Dalkurd a ku li Swêdê di lîga Superettan de dilîze ji musabeqeyên vê hefteyê bi têkbirinî derketin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tîmên fûtbolê yên ku li herêmên cûda yên Almanyayê di Kreisligayê de dilîzin SV Inter Komata, Fc Amed Berlin, KSV MED, Azadi Wuppertal û Newroz FC Dalkurd a ku li Swêdê di lîga Superettan de dilîze ji musabeqeyên vê hefteyê bi têkbirinî derketin. Musabeqeyên dostaniyê ku tîmên kurd vê hefteyê lîstin hema bêje veguherî şova golan.
SV Inter Komata ya ku li bajarê Nienburgê di lîga Kreisliga Nienburg de ye, di musebeqeya yekemîn ya serdema duyem a lîgê de, li deplasmanê tîma SV Husumê bi skoreke wekî 0-3 eşkere têkbir. Golên ku ji SV Inter Komatayê re têkbirin anîn, di deqîqeya 36. de Jegerchwin Tero, di deqîqeya 64. de Feisal Aljashaam û di deqîqeya 75. de Merdal Boran tomar kirin. Tîmê bi vê têkbirina xwe bi tevlî ku musebeqeyekê kêm in jî serkêşiya xwe berdewam kir. SV Inter Komata hefteya pêşiya me dê tîma Tus Leese li ser sehaya xwe bike mêvan.
Ji FC Amed Berlinê têkbirina bi sê golan
FC Amed Berlin a ku li bajarê Berlinê di lîga 1./2. Bezirksliga Staffel 1ê de dilîze, di hefteya 17. a lîgê de tîma BCS Kickers 1900 ku li deplasmanê pêrgîhev hatibûn 2-3 têkbir. FC Amed Berlin a ku bi golên Firat Akbulut (2) û Fikret Akbulut sê pûan bi dest xist di hefteya 19. a lîgê de di rêza 12. de cihê xwe girt. Hefteya pêşiya me dixwaze ku li ser sehaya xwe tîma Adlershoferê jî têk bibe û bi vî awayî hem ji rêzên dawî dûr bikeve û hem jî zincîreyeke têkbirinan bi dest bixe.
Ji KSV MEDê vekirina bi sê pûanan
KSV MED a ku li bajarê Bremenê di lîga Kreisliga A de di ber xwe dide, di yekemîn musebeqeya serdema duyem a lîgê de tîma Werder Bremen IV 2-0 têk bir. KSV MED a ku di deqîqeyê 14. û 24. de bi golên ku Mazlum Akboga avêtin xwe gihand têkbirinê di dawiya hefteya 17. a lîgê de bi 37 pûanan sêyemînî ya xwe berdewam kir. KSV MED hefteya pêşiya me li deplasmanê dê bibe mêvanê tîma FC Riensberg 11 e. V yê.
Azadi Wuppertal sê pûan girt
BV 1885 Azadi Wuppertal a ku li bajarê Wuppertalê di lîga Kreisliga A de dilîze, bi sê pûanan dest bi serdema duyem a lîgê kir. Tîm bi tevlî ku di musebeqeya li ser sehaya xwe de 3-1 bi ser ket jî bi 22 pûanan di rêza 15. de di sînorê potaya ketinê de ye. Dixwaze ku hefteya pêşiya me li deplasmanê tîma TSV Einigkeit Dornap-Dusselê têk bibe û gavekê berî gavekê ji sînorê potaya ketinê dûr bikeve.
Newroz FC Dalkurd têkbirî hat
Newroz FC Dalkurd ku di lîga Superettan ku lîga Swêdê ya duyemîn de di ber xwe dide, piştî musebeqeya yekem ku bi FFê ye kiribû di musabeqeya xwe ya duyem de jî ku li deplasmanê pêrgî EIK 1914ê bibû 1-3 têkbirî derket.