Gerîlayên HPG û YJA-STARê, ligel şert û mercên giran a zivistanê di meha dawî de li hemberî qereqola Axurî, çalakiyên bibandor pêk tînin. Bi teybetî jî gelek caran heman qereqol ji aliyê gerîlayan ve hatin lêxistin; ji ber vê jî şîroveyên wek “qereqol di bin qontrola gerîlayan de ye“ tên kirinê.
NAVENDA NÛÇEYAN- Gerîlayên HPG û YJA-STARê, di guncana Pêngava Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê dane destpêkirin de, li hemberî qereqola Dewleta Tirk a dagirker Axurî ya Îdirê çalakiyên xwe yên bibandor didomînin. Ji ber ku her û her gerîlayan qereqola Axuriyê hedef digre, şîroveyên wek “qereqol di bin qontrola gerîlayan de ye“ tên kirin. Ligel şert û mercên giran a zivistanê, li Eyaleta Serhedê, ji bo ku bi teybetî jî çalakî ji tîmên teybet re tên kirinê, balê dikşîne.
Di meha dawî de çalakiyên ku li hemberî qereqola Axurî pêk hatine wisa ye;
Li derdora Qereqola Axurî hêzên veşartî hat xistin, herî kêm 5 leşker hatin kuştin
“3’yê Çile artêşa TC’ê ya dagirker li derdora Qereqola Axurî ya Îdirê bi destek yekîneyên veşartî operasyonek daye destpêkirin Yekîneya ku ji leşkerên dijmin pêk hatî û ya ku derketî operasyonê demeke dirêj ji hêla hêzên me hatine kontrolkirin û 4’ê Çile saet 02.00’an li dijî vê yekîneyê çalakiyek pêk anîne. Hêzên me bi hevdemî li hin mewziyên li qereqolê jî dane. Çalakî ji mesafeyeke nêz hatine kirin û di encamê de tespît bûyî 5 leşkerên dijmin hatine kuştin.”
Di 18’ê Çileyê de li dijî leşkerên li kûleyê ya ku ewlehiya qereqola Axûrî çalakî pêk hat
“Hêzên me bi çarçoveya Pêngava Serkeftina Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhadê didome, roja 18’ê Çileyê saet 16:30’an li dijî leşkerên li kûleyê ya ku ewlehiya qereqola Axûrî ya navçeya Îdirê Başanê, digirtin, çalakiyek kirin.
Hêzên me li kûle û leşkerên li kûleyê reşandin. Di encama çalakiyê de çend leşker hatin kuştin û çend birîndar bûn, diyar nebû.
Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran bi rasthatinî li qadê reşand.”
Hêzên di navbera qereqola Axûrî û kûleyekê de çeper çêdikirin hat hedefgirtin
“Di çarçoveya Pêngava Serfiraziya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê de hêzên me di 14’ê Sibatê de saet di 11.00’an de li dijî yekîneyeke leşkerên Tirk xistine ên ku di navbera qereqola Axûrî û kûleyekê de çeper çêdikirin. Di vê çalakiyê de fermandarê yekîneyê hate kuştin û hêzên me bi silametî vegeriyan cihên xwe.”