NAVENDA NÛÇEYAN
Dem pîştî seqema zivistanê, tarîtiya Sibatê deriyê xwe ji Adarê ku mizgîniya biharê ye re vedike. Grevên birçîmayinê ku di kesayeta Leyla Guven de di 7ê mijdarê de dest pê kir û wekî jinên kurd hejmara wan gihşt 300î û niha jî wan jinên kurd amadekariyê dikin ku pêşbaziya rojeke din ku ew jî rojeke têkoşînê bikin. Ji êdî naxwazin ku tecrîda li ser Rêber APO ku êdî bîst salî derbas dike re bijîn. Jin êdî naxwaze bi ku ragirtin, mirin, îşkence û îstismara jinê re ku îktidara AKP ya faşîst re li çar aliyê welat belav bûye re bijîn. Jin amadekariyê dikin ku hesab ji hemû krîzên siyasî û sosyal ku nahêlin, di serî de jin û bi giştî hemû pişkên civakê bêhna xwe berdin bipirse û li dijî vana serî hilde. Di vê serdema ku keda jinê veguheriye sîstemeke mêtingerî de dê têkoşîn û hevkariya jinan ya hevpar têkeve asteke dikaribe ji îktidarê hesab bipirse. Grevên birçîbûnê ku di pêşengiya, hevseroka Kongreya Civaka Demokratî û parlementera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven de ne di pêvajoya ku em tê de ne de hatiye derizgeheke nû. Derizgeha ku niha lê hatiye sekinîn pêngaveke bêveger îfade dike. Ev têkoşîna ku hemû jinên li dijî şer û talanê li dora xwe dicivîne û êdî gihîştiye hêzeke çalakdar.
Jina kurd ku bi rih û sekina Berîtan, Zîlan, Sema û Arînan ya şoreşger veguheriye hêzeke şoreşgeriyê û îro jî bi sekna xwe ya enternasyonalîst de têkoşîna xwe berdewam dike, ev têkoşîna ku jina ciwan pêşengiya wê dike îro li çiya û deştan gihîştiye asteke bi bandor. Jinên ku xwe di nav sîstemê de li dijî sîstemê birêxistin dikin îro ji bo sîstemê bûne tirseke mezin. Jinên ku li dijî sistema modern û kapîtalîst ku jinê wekî objeyeke zayendî dibîne rola herî mezin hilgirtine, ji pêngava “em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin” de jî serkêşiyê dikin. Li dijî faşîzma ku êrîşî hemû qadên jiyanê dike û zîhniyeta AKP û DAÎŞê ku êrîşî jinê dike, tecawizê meşrû dike dibe hêvî. Jinên ciwan bi enerjiya xwe ya herikbar û moralê xwe yê bilind bi felsefeya “xwebûn” aidê xwe bûn ji bo xwe bûyinê, li diroka jinê ku tê xwestin tarîtiyê de bimîne dibin ronahî. Ronahiya ku tevgera jina kurd ji bo jinê derxistiye holê îro ji bo jinên Kurdistanê û jinên herêmê di girîngiya ronesansê de ye. Li dijî hemû faşîzm, zayendperestî û nîjadperestiyan paradigmayeke ekolojîk demokratik û jinazad derxistiye holê. Bi vî rih û binhişîyê bi kapîtalîzma ku jiyana jinê xistiye bin nîrê xwe re têkoşîneke piralî bingeh digre. Jinên ku li malê, li kuçeyê, li qadên fermî yanî bi kurtasî li hemû qadên jiyanê marûzê tûndê, tacîz û tecawizê dimînin wekî do, îro jî serî hil didin û derbasî dijêrîşê dibin. Binhişiya mêr ku qetliyam û sunneta jinê meşrû dibîne îro bi têkoşîna jinê re pêrg tê. Jin bi gotina “ez jî heme” li dijî zîhniyeta mêr a ku jinê dike ya din û milkê yekî re têkoşîna xwe bilind dike.
Ji ber vê yekê rêber APO di 6’ê Adara 2015’an de di peyame xwe ya di derheqê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de wiha gazî me kir; “Kurdistan, divê di realîteya kurdî de sosyolojiya evînê were zanîn. Ez evînê, heskirinê, malbatê înkar nakim. Girêdayina bi vana girêdayineke esîl e, lê belê bêyî jiyaneke azad tu wateya van tiştan tune ye. Tişta ku ez behs dikim evîneke civaknas, evîneke civakî ye.
Şoreşa Me Şoreşa Jinê ye.
Gotûbêja min bi jinê re, peymana min girîng e. Hunê dê peymana jinê ya civakî pêş bixin. Ev peyman divê peymaneke wisa be ku li dijî her awayê kuştina jinê, sunneta jinê, tecawiza jinê têkoşînê bike. Divê hun bi berfirehî bigrin dest. Bi mêran bawer nebin. Dogmatiga mêr hilweşînin. Wekhevî û azadî bi mijara jinê tê sazkirin. Jiber vê yekê şoreşa me şoreşa jinê ye. Ez ne ya tu kesî me. Jin ne hevjîna mêrê xwe ye, ne qîza bavê xwe ye ango xwuşka birayê xwe ye, divê nebe.”