Endamê MÎTê ku hate girtin navê kod Mele di îfadeya xwe de digot dezgehek heye yê ku tîryakfiroşiyê dikin di pêşiyê didin girtin li pey re bi berdêla pere ve didin berdan. Di vî karî de şêwirmendê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan yê ku wek Mucahît Arslan tê nas kirin Alî Îhsan Aslan, Nûnerê MİTê yê Hewlêrê Cankat, Muharem û Parêzerê ku bi MİTê re têkiliyê de Okan Canturk û Sertaç Akdoğan heye û di navbera wan de tê parve kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê MÎTê bi navê kod Mele yê bi aliyê Yekineyê Operasyona Şoreşger Şehîd Sakîne ya HPG hate girtin di îfadeya xwe de digot dezgehek heye yê ku tîryakfiroşiyê dikin di pêşiyê didin girtin li pey re bi berdêla pere ve didin berdan. Di vî karî de şêwirmendê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan yê ku wek Mucahît Arslan tê nas kirin Alî Îhsan Aslan, Nûnerê MİTê yê Hewlêrê Cankat, Muharem û Parêzerê ku bi MİTê re têkiliyê de Okan Canturk û Sertaç Akdoğan heye û di navbera wan de tê parve kirin. Îspata wê jî ” Di encama vê peymanê de birayê min ê 400 kîlo eroîn da girtin û ji bo negirtî bê darazandin serbest hate berdan” diyar kir.
Endamên MİTê yê bi aliyê Yekineyê Operasyona Şoreşger Şehîd Sakîne ya HPG hatin girtin di îfadeyê xwe de li Tirkiye û Kurdistanê sîxurî, fuhûş, tîryak, êrîşê exlaq û nirxê civakê û amûrê şerê taybet yek bi yek derdikevin holê. Endamê MÎTê ku hate girtin navê kod Mele di îfadeya xwe de digot dezgehek heye yê ku tîryakfiroşiyê dikin di pêşiyê didin girtin li pey re bi berdêla pere ve didin berdan. Di vî karî de şêwirmendê Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan yê ku wek Mucahît Aslan tê nas kirin Alî Îhsan Aslan, Nûnerê MİTê yê Hewlêrê Cankat, Muharem û Parêzerê ku bi MİTê re têkiliyê de Okan Canturk û Sertaç Akdoğan heye û di navbera wan de tê parve kirin. Îspata wê jî ” Di encama vê peymanê de birayê min ê 400 kîlo eroîn da girtin û ji bo negirtî bê darazandin serbest hate berdan” diyar kir.
“RTE ji bo karê xwe yê qirêj bi wan bide kirin wek şêwirmend tije Qesrê dike”
Endamê MÎTê yê ku hate girtin di îfadeya xwe de RTE çima bi dehan, sedan kes wek şêwirmend tije Serayê kir derbarê wê de agahî da. Di herî dawî de bi saya malbata Kavakçi raya giştî agahdar bû ku dehan şêwirmendê Erdogan hene bi bîr xist û wiha got ;” Derew dike û derewa xwe bawer dike nexweşekî mîtomanî û narsîst e. Ev taybetmendiyê wî û sekna wî ye raya giştî de dide nîşan ku îhtîmala tiştekî ji kesekî bipirse bi milyonê yek jî nîne. Ji bo wî û şelaqê derdorê wî futbolê heta hûnerê, wêjeyê heta zanîstê, ekolojiyê heta avahîsaziyê her tiştî herî zêde dizane, difikire û dixwaze pêk bîne Tayyîp e. Ji ber vê yekê yekî wiha li ser tepê megolamayê tiştekî li derdora xwe bişêwire li dûrî rastiyê ye. Li gel vê yekê çima ewqas şêwirmendî tije Serayê dike. Mirov dikare bêje hinek ji wan ji bo îhya bike hildide lê Erdogan gelek ji van kesa ji bo karê xwe yê qirêj bimeşîne hildide bi van sîfeta teçhîzat dike.”
“Aslan kûpê sirê RTE ye”
Di van şêwirmendan de yek û belkî jî yê ku qet neguheriye navê wî tê zanîn Mucahît e. Navê wî di qeydê de jî Alî Îhsan Aslan e li Enqerê dayîk bûye û bi eslê xwe Amedê ye. Mele wiha diyar kir “ Yê ku dizanin û nas dikin têkilî ya navbera RTE û Alî Îhsan Aslan bi du hevoka kurtebir dikin. Yekemîn ger pirsgirêk hebe Alî Îhsan dikare çareser bike tê gotin, Ya duyemîn jî wek kûpê sirê Tayyîp tê naskirin. Di salên 1990’ an de rêya Alî Îhsan û Erdogan li rastî hev tê. Bi navberiya Omer Çelîk li hev nas dikin êdî qet li hev naqetin û dibe kûpê sirê Erdogan. Bavê Alî Îhsan Aslan Îhsan Aslan li Amedê û nav civata îslamî de tê nas kirin, kovara şurayê derxistiye, damezrênerê rojnameya Zamanê, xwediyê îmtiyazê û Serokatiya Mazlum Derê kiriye kesekî makul e. Mucahit Arslan jî hêz zêde Enqereyî ye. Kesayeta wî bi têkilî û nakokiyê Enqerê ve şekil bûye. Dibe ku wiha ye lewma şêwirmendê Erdogan yê jênager e.”
Komek organîze ya tîryakê ji şêwirmendên Erdogan, MÎT û Parêzeran pêk tê
Endamê MÎTê yê girtî Mele di îfadeya xwe de birayê xwe yê bi 400 kilo eroînê ve hatiye girtin çawa bi Mucahit Arslan (Alî Îhsan Aslan), MÎT û parêzera çawa da berdan wiha diyar kir: “MÎTê perê ji min stand 1 milyon dolarek da Mucahît Arslan. Min û Mucahît Arslan me rû bi rû hev nas nekir. Dema me bi koma ku yê birayê min berde peyman çêkir hat gotin ku milyonek dolar para Mucahît e. Vê komê tenê karê min nekir. Doza sedan welatiyê ji Wanê, Lîcê, Geverê bi navberiya Mucahît çareser kirin. Şêwirmendê Erdogan Mucahît Aslan di vê komê de karê wazerata dadê dike. Kom li ser sê pêya şekil bûye. Yekemîn endamên MÎTê ne ev kesan bi malbatê kesên ku tiryakê ve hatine girtin re hevdîtinê dikin û têkiliyê pêk tînin û kar girêdidin. Piştî peymanê malbatê ku tiryak dane girtin dişînin li ba parêzerê di komê de. Pere didine parêzera. Piştî pere dayina parêzera Mucahît Aslan bi wazerata dadê de dikeve dewreyê. Demek şûnde girtî serbest tê berdan. Bi giştî li ser darizandina negirtî peyman çê dibin. Dema girtî serbest tê berdan hemû pere teslîmê parêzera dibe. Piştî wê pere di navbera MÎT, Mucahît û parêzera de tê parvekirin.
Bi 2,5 mîlyon dolar ve min birayê xwe da berdan
Ez bixwe ji sala 1998’an ve bi MÎT’ê re dixebitim. Lê çiqas hewl dabim jî min nekarî birayê xwe ya hêşbir dabû girtin rizgar bikim. Dema wisa bû ez ketim lêgerînên cuda. Di vê çarçoweyê de bi ketina têkiliya Omer Kafkas a ku hevalbendê min e ve, ez bi Cankat û Muharem’ê ku erkdarê MÎT’ê ya Hewlêrê ne hevdîtin pêk anî. Min ji xwe van kesan nas dikir. Lê min nedizaniya karê hêşbir dane girtin didin berdan. Dema omer Kafkas ji min re van kesan got, ez çûm ji bo birayê xwe ya ku hêşbir daye girtin were berdan û bêgirtî were darizandin bi wan her du endamên MÎt’ê ve hevdîtin kir. Jixwe kesên ku min nasdikir û samimiyeta min hebûn bûn. Ruxme wî ez çend caran çûm-hatim. Herî dawî gotin em dikarin birayê te bidin berdan. Îfadekirin ku vê karê di nav dewletê de ew, çar parêzer û di nezera Wezerata Dad’ê de jî Mucahît Arslan wê rê ve bibana. Ji bo birayê min berdin me li ser 2.5 mîlyon dolar perê yê de li hev kir. Piştre min vê pereyê ji parêzer Okan Canturk û Sertaç Erdogan a ku bi MÎT’ê re têkiliyan heye re da. Buroya van parêzeran li Semta Aksaray ya Stenbol’ê ye. MÎT’ker Cankat û Muharrem li ser vê kesayetan vê pirsgirekê çareser kirin. Pereya ku me li ser li hev kiribû 2.5 mîlyon dolar biraziyê min çû di buroyê wan de da parêzeran. Ji vê pereyê Mİlyon dolarek ji Mucahît Arslan’a ku Şewirmendiya Tayyip Erdogan dike re, mîlyon dolerek ji endamên MÎTê bi navê Cankart û Muharem re, 500 hezar dolarê wî jî ji parêzerên bi navê Okan Canturk û Mucahît Arslanê re çû. Di encama vê li hev kirinê de birayê minê ku 400 kîlo hêşbir dabû girtin serbest hate berdan. Piştê demekî ku birayê min serbest hat berdan, min wî derxist derweyî welat.”
Ji Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê hatiye vergerandin