Niha jî KDP dijmihahiya li hember Şoreşa Rojava û li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li ser Ciwanên Şoreşger dîsa dûbare dike.
NAVENDA NÛÇEYAN- Şoreşa Rojava li dilê tevahiya cîhanê de hatiye kolandin li ser ve jî ji aliyê KDP’ê ve hate reşkirin. Girêdan bi şoreşa Rojavayê Ji Japonyayê heya Arjantînê bi dehan welat û civak qîrîyan lê hinek rayedarên KDP’ê, hinek partiyên nêzî wan û çapemeniya wan dijminahiya şoreşa Rojeva kir.
Hemû cîhanê destana Kobanê dît, li gel vê rezaleta li Şingalê jî dît. Hemû cîhanê baş dît ku şervanên li Kobanê bi rih û giyanê xwe Kobanê parast, li gel vê li Şingalê ku fîşekek jî nehat teqendin, bi sedhezaran welatî radestî DAIŞ’ê jî hate kirin jî dît. Li Kobanê şervanan destaneke mirovî nîşanî hemû cihanê da lê li Şingalê jî rûşeşiyek ku di dîrokê da nayêt jîr birkirin nîşanî hemû cîhanê dan.
Wek tê zanîn KDP di destpêkê heya niha li hemberî şoreşa Rojavayê bi nezîkatiyeke dijminî tevgeriya. Li destkeftiyên Şoreşa Rovayê wek dijminekî nezîk bûn û Şoreşê wek dijminahiyek li hember Kurdan hatiye kirin, bilêv kirin. Di her bûyerê de li eniya dijmin da cihê xwe girt, li hember birayên xwe sekinî. Şoreşa Rojava ji KDP’ê re jî roleke diyarker bû. KDP li hemberî Şoreşa Rojavayê di nav hemû bazarên qirêj de cihê xwe girt. Ji dijmin dijmintir bû.
Niha jî KDP dijmihahiya li hember Şoreşa Rojava û li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li ser Ciwanên şoreşger dîsa dûbare dike.
Konferansa 2’emîn ya Ciwanên Rojhilatnavîn de, li navenda çanda û Huner a Kobanê bi dirûşma “bi pêşangiya ciwanan ber bi rojhilatanavîneke pirr rengî û demokratîk” sibê were lidarxistin. Ji bo Konferansa Rojhilatanavîn ji gelek welatan, endamên bi dehan rêxistinên ciwanan ji Başûr derbasî Rojavayê bibûn.
Roja duşemê 30 kesên ji koma ciwanan ku xwestin ji deriyê hidûdî yê Sêmalka derbasî Rojavayê bibin lê KDP’ê destûr neda bû. KDP diyar kiribû ku teqez derbasbûn qedexe ye. Dîsa destûr nedabûn komeke ji endamên rêxistinên ciwanên ji Yemen û Tunûsê ku ji deriyê hidûdê Sêmalka re derbas bibin
Dîsa hat zanîn ku KDP ciwanên ji Efganîstanê ber Kobanê ve tên, hatîne balafirgeha Hewlêrê, rayedaran ciwan newergirtine balafirgeha Hewlêrê û dîsa şandine Efganîstanê. KDP’ê dîsa xiyaneta xwe ya dîrokî nîşa dide. KDP ji ciwanên ku li cihekî hevpar û azad bicive û biryara bistîne ditirse. Ji ber vê êrîşên xwe didomîne.