Qantona Berxwedanê Kobanê xwedîmaliya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dike. Konferans bi tevlîbûna 300’î zêdetir ciwan ve destpêkir.
KOBANÊ- 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi kelecan û moralek mezin destpêkir. Konferans li bajarê berxwedanê li Kobanê Navenda Çend û Hunerê de bi şiyara “di pêşengiya Ciwanan de ber bi Rojhilata Navînek pirreng û demokratik” destpêkir.
Rexistina Ciwanan a ku ji piranî welatên Rojhilata Navîn hatine her wiha ji çar perçeyên Kurdistanê jî di konferansê de ciwan Amede ne.
Konferans bi rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê ya Rojhilata Navîn ve destpêkir. Piştê rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Komiteya Amedakariyê hate kirin. Piştê Axafitinê bi hemû zimanên Rojhilata Navîn xêrhatin hate kirin. Ji bo pirzimanî axaftin tê kirin ji hemû delegeyan re ev derfeta wergerê hate kirin. Ji 350’î zêdetir delege amade ne û bi Erebî, Kurdî, Tirkî, Suryanî, Ermenî û bi zarava ye Soranî jî axaftin tên werger kirin. Dîsa navê Rêxistinên Ciwanan a ku tevlî konferansê bûna hate xwendin.
Konferans wê sê rojan bidome.