Li Osmaniyê, du birayên hev Hasan û Mûstafa Gumuş, bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin.
OSMANIYE -Polîsan li Osamaniyê, serê sibê bi ser mala du birayên hev Hasan û Mûstafa Gumuş de girtin. Polîsên li malê lêgerîn kirin, du birayên hev Gumuş, bi hinceta parvekirinên medya civakî binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Bajêr. Hat diyar kirin ku polîsan di dema lêgerîna malê de, dest danîn ser hin malzemeyên dîjîtal.