2’mîn konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi axaftina endamêm Komîteya Amadekariye Harun Apoyî axîvî. Piştî axaftina Harun Apoyî peyama rêxistinan hat xwendin.
KOBANÊ –2’mîn konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi axaftina endamêm Komîteya Amadekariye Harun Apoyî axîvî. Piştî axaftina Harun Apoyî peyama rêxistinan hat xwendin. Axaftina Harun Apoyî wihaye:
“Di dest pêkê de axaftin ji aliye komita amadekar Harûn Apoyi ve hat kirin û wiha got: “Di destpêkê de bixêrhatina hemû parti û rêxistina ciwanan ku tevli konferasê bûne, ev konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn gaveke dîrokiye ji bo tevî civaka cihanê, gaveke girînge ji bo hemû partiyên çandî, dînî, siyasî ên ku tevli vê konferansê bune. Ev konferansa ku me li werê berxwedanê, werê ku Ciwanên azadixwaz li vî welatî canê xwe fedakirine, wê bibe pêşeroja hemû Ciwanên Kurdistanê.
Em vê konferansê li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, tevahî şehîdên şoreşê, berxwedêrên di zindanan de dibin tecrîdê de ketine greva mirnê de, berxwedêrên ku di çeperên şer de berxwedanîke bê hempa dimeşînin, û tevahî gelê berxwedêr piroz dikin. Bi felsefa Rêber Apo em hemû gelê cihanê li vir kombune ji bo jiyaneke azad, jiyaneke bi rumet biafirînin.”
Piştî axaftina Harun Apoyî peyama rêxistinên ciwanan hate xwendin. Ciwanan xwe dan naskirin.