Konferans dê di 23’ê Sibatê de li Zanîngeha Biefeldê li eywana dersê ya jimare 2 de di navbera saet 11.30 û 17.30an were li dar xistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Almanyayê akademîsiyen û siyasetmedarên Kurd û Almanî bi minasebeta 21ê Sibatê ku Roja Zimanê Zikmakî yên Cîhanê ye, zincîreyeke çalakiyan pêk tînin.Ji van çalakiyan yek jî dê li Biefeldê were organîzekirin. Çalakiya ku ji aliyê KURD-AKADê ve tê organîzekirin dê ji aliyê Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê li Ewropa û Enstîtuya Kurdî li Almanyayê ve jî were piştgirîkirin. Konferansa ku dê pêşkêşiyên bi zimanê Kurdî û zimanê Almanî were kirin dê 23ê Sibatê roja şemiyê li Zanîngeha Biefeldê were pêkanîn. Di konferansa ku dê akademîsyenên ji zanîngehên Japonya û Almanyayê beşdar bibin de, dê akademîsyenên kurd jî ku ji bajarên Almanyayê yên wekî Essen, Wuppertal, Bremen, Biefeld, Rhine Westphalia, Frankfurtê wekî axêver cîh bigrin. Di derbariyê konferansê de ji aliyê komîteya birêxistinê ve ev daxuyanî hat kirin; “Gelek faktorên cur be cur li ser Zimanê Zikmakî bi bandor in. Di nîqaşa ku em ê bikin de em dixwazin wekî mînak li ser Zimanê Kurdî biaxivin, niqaş bikin û bikemilînin.”
Konferans dê di 23’ê Sibatê de li Zanîngeha Biefeldê li eywana dersê ya jimare 2 de di navbera saet 11.30 û 17.30an were li dar xistin.