Endamên Koordînasyona Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan di Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de li ser navê tevgeran axaftinek kirin.
KOBANÊ- Endamên Koordînasyona Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan di Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de li ser navê tevgeran axaftinek kirin. Li ser navê Komalên Ciwan Rustem Dilşad û li ser navê Komalên Jinên Ciwan jî Şerda Mahîr Dîcle axaftinek kirin. Axaftinên Komalên Ciwan li ser delegeyên ciwan bandorek mezin kir û bi siloganan ve hat pêşwazî kir. Dawiya axaftinan de ciwanan li ser piyan çepik xistin.
Axaftna Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Rustem Dilşad:
“Ez di serî de li ser navê Komalên Ciwan hemû beşdarvanên Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn silav dikim. Wekî hûn ji dizanin Komalên Ciwan ji sala 2005’an vir ve karê xwe yên ciwanan wek fermî didomîne. Berê wî jî tevgera Ciwanên Apoyî pêşengiya Rêber Apo de wek ciwan di sala 1978’an ve xebatên xwe didomîne.
Her tim armanca Rêber Apo bû ku di bin Konfederalîzma Ciwanên Demokratîk de ciwan werin gel hev û rêxistinek hevpar ava bikin. Bêgûman îro em dibînin ku bi vê konferansê ev armanc pêk hatiye û ev moralek, kelecanek mezin dide me. Em vê wek serkeftinê dibînin. Ne tenê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn di hemû derên ku ciwan li dijî bindestan denge xwe bilind dikin, li her derê ku gelekî bindest heye pêwîste ev têkoşîna hevpar û şoreşger pêk were û em bigihêjîn armanca xwe. Bêguman ev konferans wê ji bo vê armancê bibe cihê biryarê. Ev biryarên ku di vê konferansê de were girtin em bawerin wê bibe bersiva kaos û krîza di Rojhilata Navîn de tê jiyîn.”
Endama Komalên Jinên Ciwan Şerda Mahîr Dîcle:
“Di destpêkê de li ser Komalên Jinên Ciwan em hemû delegeyan silav dikin. Di destpêkê de ez vê dîyar dikim ku ev konferans armanca Rêber Apo bû, xeyalên wî bû, ji ber vê jî ez vê konferansê ji Rêber Apo re pîroz dikim.
Em jî wek Jinên Ciwan li çar perçeyên Kurdistan rêxistina xwe ava dikin. Di pêşengiya jinên Ciwan de, di pêşengiya jinan de dixwazin şoreşekî jinê pêk bînin. Li ser vêesasê xebatê xwe didin meşandin. Ez dîsa dubare hemû delegeyan silav dikim û serkeftin dixwazim.”