2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi coş û kelecana Ciwanan roja xwe ya yekem li payi xwe hêşt, Konferans wê 3’ê rojan berdewam bike.
Kobanê – 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi kelecan û moralek mezin destpêkir. Konferans li bajarê berxwedanê li Navenda Çend û Hunerê a Kobanê bi şiyara “Bi pêşengiya Ciwanan de ber bi Rojhilata Navînek pir reng û demokratik ve” konferans roja xwe ya yekem li pey xwe hêşt.
2’yemîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bi tevlîbûna Ciwanên ji Azerbeycan, Rojhilat, Başûr, Mexmur, Şengal, Iraq, Yemen, Sudan, İtalya, Ermenistan, Filistîn, Gûrcistan, Afganistan, Misir, Tunus, Efrîn, Helep, Şehba, Dêrazor, Raqa, Tepqa, Minbic, Qamişlo, Hesekê, Tirbespiyê, Dirbasiyê, Erişe, Rimêlan, Suriye, Turkiye ve hate li dar xistin. Konferans bi moral û kelecana Ciwanan dest pêkir. Her wiha bi tevlibuna ciwanen HDP’ê û ji çepên tirkiyê ciwan beşdari konferansê bûn.
Ciwanên ku ji welatên cuda hatibun her yek bi cil û kincê xwe bal dikişandin, di konferansa ciwanan de tiştê konferans dixemiland pir zimanî bûn. Piştî ku peyamên xwedanayina naskirin, navbera nîvro hat dayin di navbera nîvro de ciwanan kom bi kom bi hevdure hatin gel û naskirinên hevdu kurtir kirin.
Konferans bi deqeyek rêzigirtin ji bo cangoriyên azadiyê destpê kirin, axaftina vekirinê ji aliye komita amadekar Harun Apoyi ve hat kirin, piştî wê ciwanên ku ji welatên cuda cuda hatibun xwe dan naskirin û di derbarê konferansê de nerînên xwe anin ziman. Her wiha Ciwanên Sudanê ku beşdarbuna wan hatibû astengkirin bi riya Sykpe beşdarî konferansê bûn.
Di heman demê de axaftin ji aliyê Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Rustem Dilşad, Endama Komalên Jinên Ciwan Şerda Mahîr Dîcleve hat kirin. Peyama Leyla Guven hat xwendin û li ser navê çalakvanên greva birçîbûnê ya Strasbourgê çalakvan Denîz Sûrgût bi riya dimen tevlî konferansê bû. Peyamên berxwedana li ser lingan bi diruşman hat pêşwazî kirin.
Piştî nîvro axaftinen rêxistinên Ciwanan berdewam kir, ciwana di derheqa armanc û naveroka konferansa Ciwanên Rojhilata Navin de fikren û bedewariyên xwe anin ziman, pişti axaftina sinevizyoneki ku li ser serhildana gel û Ciwanên Rojhilata Navin hatiye amade kirin hat temaşe kirin. di dema pêşandana sinevizyonê de dimanen serhildana Şeladizê, Şoreşa Rojava, berxwedana şerê bajaran a bakurê kurdistane bi cuşeki mezin bi tilili û fitikan û çepikan ve hat silav kirin.
Heri dawi ji bi nirxandina rewşa siyasi ji aliyê Hevseroka Meclîsa Suriye Demokratîk Zaxo Zagros, Berdevkê YPG’ê Nurî Mahmûd û Fermandara YPJ’ê Amed Kendal ve hate kirin. Di axaftinên xwe bal kişandin girîngiya li ser konferansê û konferansa ciwanan pîroz kirin.
Bi van axaftinan ve 2’yemin konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a roja yekem bi dawi bû. Sibê bi bernameya ku hatiye plankirin berdewam bike.