Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervnên wan li Efrînê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn, di çalakiyê de leşkerek û 3 çete hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervnên wan li Efrînê li dijî dagirkeran çalakî pêk anîn, di çalakiyê de leşkerek û 3 çete hatine kuştin. Hêzên Rizgariya Efrînê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin;
“Şervanên me çalakiyên xwe yên bi bandor ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî li Efrînê û herêmên din lidar dixin, didomînîn. Di vê çarçoveyê de;
Di dîroka 17’ê Sibatê de şervanên me li dijî komeke çeteyên Firqet El- Hemzat ku di navbera gundên Kurzêlê û Basûtê yên girêdayî Efrînê bicîh bûbûn, çalakiyeke bi bandor lidar xistin. Di vê çalakiyê de di navbera hêzên me û çeteyan de şer û pevçûn qewimîn. Di encama van pevçûnan de 3 çete hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.
Me di daxuyaniya xwe ya 18’ê Sibatê de diyar kiribû ku, di roja 17’ê Sibatê şervanên me li navçeya Bilbilê ya Efrînê li dijî seyareyeke dewriyeyê ku leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker tê de bûn, çalakiyeke sabotajê lidar xistine û encama çalakiyê de leşkerek û 2 çete bi giranî birîndar bûbûn. Hat zanîn ku leşkerê bi navê Umut Oznûoglu ku bi giranî birîndar bûye di roja 18’ê Sibatê miriye.”