Li navçeya Mêrdîn Nîsêbînê li gundê Marine di seatên sibê de dewleta Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî û leşkerî dorpêç kir.
MÊRDÎN- Li navçeya Mêrdîn Nîsêbînê li gundê Marine di seatên sibê de dewleta Tirk a dagirker bi wesayîtên zirxî û leşkerî dorpêç kir.
Gundê ku li kuntara Çiyayê Bagokê ye, derdorê gund bi du wesayîtên zirxî, û 18 wesayîtên ranger wesayîtên polîsan û leşkerî ve hatiye dorpêçkirin.
Hate zanîn ku leşkerên Tirk bi kolandina xendekan ber bi Goristana Şehîdên Bagokê ve pêş ve diçe û amadekariya operasyona leşkerî dike.
Hate zanîn hêj pêvçûnek derneketiye.