Di belgeya bi jimareya 75922483-953.99-002 û bi îbareya “Nepenî” ji aliyê Serokkomariya TCê ve ji Walîtiya Batmanê re hatiye şandin, hat fehmkirin ku ji bo ku ji hêzên asayişê re bibe alîka r bi navê Gul-Hisar Navenda Şêwirmendî û Qezayên Trafîkê, Navenda Şer ya Taybet hatiye vekirin.
ÊLIH- Ji belgeya ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKPê ve bi îbareya “Nepenî” û bi navnîşana Serokkomariyê ji Walîtî ya Batmanê re hatiyê şandin derket hole ku li navenda bajêr bi navê Gul-Hisar Navenda Şêwirmendiyê ya Qezayên Trafîkê, Navenda Şer ya Taybet hatiye vekirin.Saziya ku saziyên wekî MÎT, Huda-Par, SADAT, Ak Ocaklar û Osmanli Ocaklari tê de bi hevparî dixebitin, Ruya Sari û Yavuz Canturk Kordînaroriya wê dikin.
Sîstema TC/AKP-MHP ya faşîst bi tevlî ku her roj xwînê winda dike, li dijî civakên birêxistin serî li avakirina Navendên Şer yên Taybet dide. Ji belgeya ku ji aliyê Serokê Giştî yê AKPê ve bi îbareya “Nepenî” û bi navnîşana Serokkomariyê ji Walîtî ya Batmanê re hatiyê şandin derket hole ku li navenda bajêr bi navê Gul-Hisar Navenda Şêwirmendiyê ya Qezayên Trafîkê, Navenda Şer ya Taybet hatiye vekirin.
Di belgeya bi jimareya 75922483-953.99-002 û bi îbareya “Nepenî” ji aliyê Serokkomariya TCê ve ji Walîtiya Batmanê re hatiye şandin, hat fehmkirin ku ji bo ku ji hêzên asayişê re bibe alîka r bi navê Gul-Hisar Navenda Şêwirmendî û Qezayên Trafîkê, Navenda Şer ya Taybet hatiye vekirin. Di belgeyê de ev daxuyanî cîh digrin:
“… Navên ku ji bo di saziya Gul-Hisar Navenda Şêwirmendî û Qezayên Trafikê ku bi mebesta ku di her cure mijaran de ji bo hêzên asayişê alîkariyê bike hatiye avakirin de bixebitin hatine diyarkirin di serî wekî derxistina kartên nasnameya wan û peydekirina her cure hêsaniyê,
Ji bilî vê di derheqê hemû pirsgirêkên ku di vê mijarê de derkevin holê agahdarkirina meqamê Wezareta Karên Hundirîn,
Ez rica dikim ku ya pêwîst e were kirin.”
Hat diyarkirin ku Saziya Gul-Hisar Navenda Şêwirmendiyê û Qezayên Trafîkê, li Batmanê taxa Cumhuriyetê Kolana Amedê Bûlwara Ahmet Arif Plazaya Gazîoglu Qatê 3. Daireya bi jimare 15 (li kêleka avahiya HDPê ya çarêyan) bi eslê xwe de di rêberiya MITê de ji aliyê Huda-Par, SADAT, Ak Ocaklar û Osmanli Ocaklari ve wekî Navenda Şer ya Taybet tê bikaranîn.
Çavkanî Navenda Lêkolîna Stratejîk a Kurdistanê