Li gundên girêdayî navçeya Kanîreş, Kêxî, Xolxol, Çêrme û Navendê, endamên AKPê û Leşker bi hevre xebatê hilbijartinê dikin.
ÇEWLÎG- Li gundên girêdayî navçeya Kanîreş, Kêxî, Xolxol, Çêrme û Navendê, endamên AKPê û Leşker bi hevre xebatê hilbijartinê dikin.
Di hefteyên piştî ku biryara hilbijartina 31 Adarê hate hildan de leşkerên girêdayî Fermandariya Cendermeyê Bajêr yê Çewlikê her dem li gunda lêkolîn kiribûn û agahî hildabûn.
Piştî Qeymeqam û Walî niha jî leşkerên girêdayî Cendermeyê Bajêr bi nûner û xebatkarên AKPê re li Çewlikê xebata hilbijartinê dimeşînin
Çavkaniyê fermî yê Fermendariya Cendirmeyê Bajêr ya Çewlikê jî serîlêdanê xwe de bi taybetî tevlêbûna rêveber û meqamê mûlkî yê di navçeyê de peywirdar diyar dikin.
Di pêvajoya piştî ku Serfermandarê TSKê yê berê Hulusî Akar anîn Wazerata Berevaniyê de leşker û AKPyiya têkiliyek pir germ pêk anîne û ev bi rihetî tê çavdêrî kirin.