Nûrî Mahmûd di hevpeyvînê li ser girîngiya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û girîngiya ku konferans li Kobanê pêk tê nirxand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Berdevka Yekiniya Parastina Gel (YPG)’ê Nurî Mahmûd ku îro beşdarî 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn wek mêvan tevlibû pirsên ajansa Nuce Ciwan bersivand. Nûrî Mahmûd di hevpeyvînê li ser girîngiya Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û girîngiya ku konferans li Kobanê pêk tê nirxand.
Hûn îro hatin Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn. Hûn wek berdevkê YPG vê konferansê çawa dibînin, hatina ji cihên cu da yên ciwanan ji hemû welatan çawa dinirxînin?
Bê guman ev konferans konferansekî pîroz e. Her wiha bi armancê xwe jî xwedî armancekî mezin e. Di Rojhilata Navîn de kombûna hemû ciwanên netewan, hemû bawerî, hemû rêxistinên siyasî, di konferansekî bi vî rengî mirov dikare bêje dîrokî ye. Ji bo çareserkirina krîza kapîtalîzmê ya bi zihniyeta xwe statukoperest, netew-dewlet, dewleta olî ve dikare civakê perçe perçe xilas bike. Ew Konferansa ku îro ciwan pêşengtiya wî dikin bê guman tiştekî girînge ku mirov jê hêvî digre. Her wiha mirov dibîne ku gelên rojhilata navîn xwe ji nakokiyên mezhebi, olî û netewî xilaskirine û lihevkirineke civakî pêşxistiye.
Ciwanên Rojhilata Navîn konferansa xwe li Kobanê pêk anîn. Hilbijartina Kobanê ji bo pêkanîna konferansê çima girîng e?
Bê guman ev remzek pir mezin di tê de heye. Di destpêkê de li Kobanê meclisa civakî, saziyên civakî hat avakirin. Her wiha bi pêkhateyên xwe li hundirê bajar, li kolanan û li gundan de meclîsên xwe ava kiriye. Dîsa bi berxwedaneke dîrokî DAİŞ’a ku hemû artêş û dewletên statukoperest ên ku li hemberî wî bibin ketin li Kobanê têk çû. Lewra girînge ku Rojhilata Navîn Kobanê ji xwe re mînak digire. Kobanê bi nasnameya xwe ya civakî, civaka xwe ya exlaqî û polîtîk dikariya biryarên rasteqîn bigirin. lewra jî ez vê pir bi wate dibînim ku Kobanê wekî bingehek ji bo li hevhatina civaka rojhilata navîn mînak bê girtin. Di Kobanê de li hevhatina cîhanê pêkhatiye, hevgirtina yekîtiya netewî ya Kurd hate çêkirin, hevgirtina cîhanê li hemberî terorê hatiye çêkirin. Ji bo vê Kobanê pir girînge. Ez dibînim ku kobanê hilbijjartineke pir di cih de ye.