11 Ciwanê ku li Çewlîg’ê hatibû binçavkirin ji wan 4 endamên Meclîsên Ciwanên HDP’ê hate girtin.
ÇEWLÎG- 11 Ciwanê ku li Çewlîg’ê hatibû binçavkirin ji wan 4 endamên Meclîsên Ciwanên HDP’ê hate girtin.
Duh piştê ku demên binçackirinê tije bû 11 ciwan anîn dadgehê . Ji ciwanan 5 ciwan ji aliyê dadgeha nobedar ve, 2 jî ji aliyê dadgehê ve bi kontrola edlî hatin berdan. 4 Ciwan jî bêyî sedem hatin girtin.
Ji ber ku li ser dosyayê biryara veşartî hebû kes nizane ku ciwan bi çi tên tewanbarkirin û girtin. Ruxmê ku wisa bû jî medyaya hewûz wek endamên PKK/KCK’ê ne an jî endamên DGH’ê ne nîşan dide.
Her wiha hatibû zanîn ciwanan di binçavê rastê îşkence û derbkirinê hatine.