Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 106 rojin di grevê de ye. Berxwedan bi armanca rakirina tecrîdê her roj belav dibe.
AMED -Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demnokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 106’emîn de bibiryardarî berdewam dike. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 106 rojin di grevê de ye.
Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 93’emîn de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 67’emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 68’emîn de berdewam dike. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.
Her rojê ku derbas dibe berxwedan mezin û bilindtir dibe. Duh 8 girtiyên din ketin greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger. Her wiha li Elmanya Kurdê bi navê Ûgûr Çakar bedena xwe dabû ber agir û rewşa wî giran e.
Daxwaza hemû çalakvanan yeke, rakirina tecrîd ê.