Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo Ûgûr Çakar a ku duh li dijî tecrîda giran ali ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û rewşa wî giran e daxuyaniyek da.
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo Ûgûr Çakar a ku duh li dijî tecrîda giran ali ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û rewşa wî giran e daxuyaniyek da. Tevgera Ciwanên Şoreşger bal kişand li ser êdî dem nemaye, em gihîştine qonaxa dawî yên greva birçîbûnê. Ji ber vê jî demildest derbasî çalakiyê bibin. Her wiha TCŞ banga kom bûna li Dûîsbûrg’ê ji bo Ugûr Çakar kir.
Daxuyaniya TCŞ’ê wiha ye:
“Berxwedana ku di salvegera 20’mîn komploya tarî de ji bo azadiya Rêber Apo pêk tê êdî ketîye rêyekî venagere. Sekna ku di pêşengiya Leyla Guven de derketiye holê, ji zindanan heya derveyî welat wek berdewamkirin û nûkirina ruhê “Hûn nikarin roja me tarî bikin” ve xeta serkeftinê ya pêvojoyê daniye holê. Îro jî hevalê me Ûgûr Çakar li dijî vê tecrîdê û polîtikayên Elmanya yên li ser Kurdan protesto bike li bajarê Elmanya Krefeld’ê bedena xwe daye ber agir. Hêj rîska ku ev hevalê me şehîd bikeve heye. Rêheval Ûgur Çakar û
Hevalên me yên din ku bedena xwe razandine ber birçîbûnê pêwîstî çi bê kirin danîne holê. Êdî pêwîste tu ciwanên Kurd, yê ku ji xwe re dibêje ez mirov im, welatparêz im, şoreşger im, di mala xwe de runeyine ji berxwedanên ku tê jiyîn re bêdeng nemîne. Di serî de CPT hemû saziyên YE, hêj jî binepejirandina xwestekan ve bûye perçeyekî qirkirina k udi kesayeta Rêber Apo de ji Gelê Kurd re tê ferzkirin. Dîsa ragihandina Ewrûpa bi veşartina çalakiyên û berxwedanên ku Ewrûpa pêk tê ve nişan daye ku ka çawa têkiliyekî qirêj a bi dewlete TC’ê ya faşîst re ye.
Li dijî vê ciwanên şoreşger ên Kurdistanê pêwîste metropolên hemû Ewrûpa vegerîne qada berxwedanê. Encax bi berxwedanên Ewrûpa ku were pêşxistin ev tifaqa qirêj tê şikandin û çalakiyên greva birçîbûnê diçe serkeftinê.
Pêwîste hemû gele me kar, dibistan û her cure kare xwe berde û dev ji metirsiyên xwe yên takekesî berde were Dûîsbûrgê. Heya êvarê pêwîste hemû ciwanên Kurd û Enternasyonal agirê azadiyê ku Ûgûr Çakar di bedana xwe de pêxistiye bilind bikin û li her derê EWrûpa derbasî çalakiyan bibin. Heya berxwedanê me bigihêje serkeftinê û tecrîd were şikandin em banga bi ruhê seferberiyê di hemû qadan de rabûna serhildanê dikin!”