2’yemin Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di roja xwe ya duyem de bi nîqaşan berdewam kir.
KOBANÊ- 2’yemîn konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn di roja xwe ya duyem de bi nîqaşan berdewam kir. Ciwanên ku ji welatên cuda cuda tevlîbune nerînên xwe ji bo girîngiya jin nirxandin. Di danê berî nîvro de ji bo nîqaşan dîwanek nu hat amade kirin. Delegeyan li ser mijarên ku di pilansaziyê de hebûn Zayendperestî û Olperesti nîqaş kirin. Piranî ciwan di destpêke axaftinê xwe de bal kişandin li ser rewşa Leyla Guven û berxwedana wê silav kirin.
Ciwanan di derbarê mijara girîngiya jin de wiha anîn ziman: “Jina ku bi hêz her tim civak wê bi navê zilam pênasedike yanî ew hêz jin her tim hunda dikirin, civak bi çavekî şeref li jinê dinere, jin wek namusa xwe dibîne jin ne şerefa tu kesîye jin bi xwe dikar şerefa xwe bi parêze şerefa jin axa wê ye. Pêwîste jin bixwe, bi hêza û îrada xwe xwe ji wê zihniyeta baviksalarî rizgarbike û wê hêza xwe derxîne holê. Pêwîste her kes vekirî bê ji bo guhartin, ji ber ku di dema niha de ger em ji guhartinê re ne vekirîbin, em ti guhartinê nabînin.
Her wiha li ser azadiya jinê jî li ser xala “Ketina jin ketina civakê ye, jin civakê li ser lingan dihêle. Jiyan bê jin nabe ji ber jin a ku jiyanê di afirîne ye.” hate sekinandin.
Di piranî nêrînan de “Bingeha hemû pirsgireka, kolebûna jin e, divê ev pergala ku heye wê bi heza jin were ruxandin, her wiha azadibûna civakê bi azadbûna jinê mumkine. Belê îro êrîş li ser hemû pêkhateyên civakê heye.” derket holê.
Her wiha nîqaşên Olperestî hat kirin. Bi sîstema Kapitalist guhertinên ku di nava civakê de çebûye hat goftugokirin, ev desthilatadariya ku li ser civakê tê meşandin, sîstema desthilatdar bi navê Ol civakê dike koleyê xwe, ji bo civak bimîne dibin wê desthilatdariyê de bi riya Ol civakê bi xwe ve girêdidin hat nîqaşkirin.
Piştî nîqaşa Ciwanan, sinevîzyona ku ji aliyê Jineolojî li ser Zayendiya Civakî û Rastiya Jin ve hatibu amade kirin hate temaşe kirin, piştî sinvizyonê Endama Ocaxa Jineolojî Nura semînerek li ser zanista Jin da.