Kurdistaniyên ku li ber deriyê Unfalklînîk a Dûîsbûrg’ê kom bûn, ji bo Ûgûr Şakar’a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û rewşa wî xirabiya xwe diparêze daxuyaniyek dan.
ELMANYA- Kurdistaniyên ku li ber deriyê Unfalklînîk a Dûîsbûrg’ê kom bûn, ji bo Ûgûr Şakar’a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û rewşa wî xirabiya xwe diparêze daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de Kurdistaniyan him tecrîd protesto kirin him jî li dijî zextên Elmanya a ku li ser Gelê Kurdê Almanya dijîn bertekên xwe nîşan dan.
Girseya ku kom bûye bi diruşman bertekên xwe anîn ziman.