Dadgehê di biryara xwe ya dawî de îdîa kir ku serlêdan li xalên 8. ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nayê. Dadgehê îdîa kir ku di konsesusên Ewropayê de mafekî şexsî yê li asta gerdûnî ji bo parastina mîrateyeke çandî nîne.
HESKIF- Serlêdana li ser Heskîfê beriya 13 salan hatibû kirin û DMME’yê biryara xwe ya li ser serlêdanê niha eşkere kir. Di serlêdanê de ku bi navê pênc kesan hate kirin, hate ragihandin projeya Bendava Ilisûyê gefê navenda arkeolojîk a Heskîfê dixwe.
Dadgehê di biryara xwe ya dawî de îdîa kir ku serlêdan li xalên 8. ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nayê. Dadgehê îdîa kir ku di konsesusên Ewropayê de mafekî şexsî yê li asta gerdûnî ji bo parastina mîrateyeke çandî nîne.
Her wiha diyar kiribûn ku proje wê bandoreke giran li hawirdorê bike ku vegera ji wê nabe. Dadgeha ji heft dadgeran biryar da ku serlêdan “ne ya qebûlkirinê ye”.
Serlêdana li DMME’yê sala 2006’an hatibû kirin. Li herêmê 516 bajarên dîrokî hene. Bi projeya Bendava Ilisû re wê ev bajarên dîrokî hemû di bin avê de bimînin. Hikumeta Tirk bi rengekî fermî sala 2006’an dest bi çêkirina bendavê kiribû. Proje bandoreke giran a hilweşîner li şêniyên herêmê, hawirdor, xweza û çandê dike.