HPG: “19’ê Sibatê saet derdora 19:20’î, balafirên şer bombe li qadên Karker û Cîlo ya Biçûk ên herêma Zê barandin. Ji ber bomberdûmanê hevalê me Elî Hewlêrî (Îbrahîm Elçî) şehîd bû.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandina HPG’ê nasnameya gerillayekî ku di êrîşên hewayî de şehîd ketiye eşekere kir. Li gor daxuyaniyê:
“19’ê Sibatê saet derdora 19:20’î, balafirên şer bombe li qadên Karker û Cîlo ya Biçûk ên herêma Zê barandin. Ji ber bomberdûmanê hevalê me Elî Hewlêrî (Îbrahîm Elçî) şehîd bû.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Elî Hewlêrî
Nav paşnav: Îbrahîm Elçî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Şîrîn-Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Sibata 2019’an / Zê
Hevrê Elî ku ji bo siberojeke azad û bi rûmet a gelê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû, bi kesayetiya xwe ya têgihiştî, bi pratîka xwe ya fedakar û bi tevlîbûna xwe ya bi moral ji aliyê hevrêyên xwe hemûyan ve hate hezkirin. Li ser bingeha evîndariya xwe ya azadiyê her tim xwest di îdeolojiya Partiyê de xwe kûr bike, Rêber Apo fêhm bike û li ser vê bingehê di demeke kin de bû hevrêyekî şareza. Bi têkoşîna xwe ya li herêma Zê-Zagrosê di gerîlatiyê de kûr bû. Ji bo me wezîfeyeke bingehîn e ku em ala azadiyê ya ku hevrê Elî radestî me kiriye bi ser bixînin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata Elçî ya hêja û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê armanca ‘Rêbertiyê Azad-Kurdistana Azad’ ku armanca hevrê Elî bû pêk bînin.”