2’mîn konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn dane piştê nivro bi nîqaşan berdewam kir û bi danûstendinek fikRî roja xwe ya duyem dawî kir.
KOBANÊ – Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a ku li Kobanê pêk tê bi nîqaşan berdewam dike. Di roja duyem de piştê nîvro bi nîqaşan konferans berdewam kir.
Di konferansa ku berdewam dike de mijarên qetlîama çandî û dejenerebûna çandê hat nîqaşkirin. Di destpêkê dîwan mijaran nirxand.
Ciwanê ku li ser navê rêxistina Komala ya Rojhilata Kurdistanê di dîvanê de bû axîvî û anî ziman ku: “Pirsgireka herî mezin a Rojhilata Navîn nêzikatiyên li dijî Kurdan e û qebulnekirina dewletan a Gelê Kurd e. Herî zêde jî li ser jin û zarokan bandor dike. Her wiha pêvîste bersivekî şoreşgerî were dayîn. Li dijî vê bersîv jî yekbûn û berxwedan e.”
Ciwanên bi navê Alî ku ji Bakurê Kurdistanê hatibû jî got: “Serdestan çigav ku xwestine bikevin Rojhilata Navîn di destpêkê de êrîşê çanda Gelan kiriye. Çeteyên DAÎŞ’ê çawa ket Rojhilata Navîn di destpêkê de êrîşê dîrokê me kir. Li dijî vê pêvîste em çand û dîrokê xwe biparêzin.”
Ciwanê bi navê Malik ku axaftina xwe Erebî kir got: “Rojhilata Navîn cihê şaristanî û zanistî ye.”
Her wiha Malik behsa qirkirina Ermenan bi destê Abdulhamît hat kirin kir û bal kişand li ser dekên ku civak berdidin hev.
Ciwanê bi navê Îsmaîl jî li ser bedela Kurd dane axîvî û bal kişand li ser berxwedana Leyla Guven û axaftina Leyla Guven a ku digot ez wekî ciwanekî ber xwe didim bibîrxist.
Harun Sur’a ku li ser Ciwanên Welatparêz axivî behsa berxwedana bajaran herî taybet jî behsa berxwedana Sur’ê a ku di pêşengiya Şehîd Çiyager Hêvî de pêk hat kir. Harun got: “Nihal i welat berxwedanekî mezin tê nişandan, çalakiyên DGH’ê didomin. Çawa ciwan li Surê berxwedanekî bêhempa nîşan da wê niha jî vê berxwedanê nîşan bidin.”
Jina Ciwan ya ji Efrîn’ê jî behsa dagirkirina Efrîn’ê kir û bal kişand li ser çandîbûna Efrîn’ê. Her wiha anî ziman ku dewleta Tirk leyîstok û polîtikayên qirêj dîmeşîne. Lê li dijî vê berxwedanek tê nîşndan. Kes ser xwe netewandiye.
Jina Ciwan ya ji gelê Ermen Eva jî behsa qirkirinên Osmanli ya li ser gelê eRmen kiriye kir û bîrxist ku kes vê jibîrneke. Bal kişand li ser qirkirina Ermenan û got ev qetlîam rojekê reş a dîrokê ye. Ev qetlîam ji aliyê Rusan ve ji Çerkezan re jî hat kirin. Niha jî li ser Kurdan tê kirin. Him fîzîkî him jî çandî.
Roja duemîn a konferansê bi van nîqaşan ve dawî bibe jî hate zanîn ku wê êvarê Semîner were li dar xistin.