Li bajarê Torontoyê yê Kanadayê berxwedêrê greva birçîbûnê yê Yûsûf Îba yê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de ye, tendirustiya wî xerab bû. Îba rakirin nexweşxaneyê û Îba tedawî red kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Yûsûf Îba jî 40 roj in di greva birçîbûnê de ye.
Îba îro ji ber serêş û verişandinê rakirin nexweşxaneyê. Îba tedawiya li nexweşxaneyê red kir û diyar kir heta ku tecrîd neyê rakirin wê tedawiyê red bike û çalakiya xwe bidomîne.
Îba berê jî 4 caran rakiribûn nexweşxaneyê û Îba her carê tedawî red kiribû û çalakiya xwe domandibû.