NAVENDA NÛÇEYAN
Herêma Botanê yêk ji herêmên Kurdistanê yên herî kevin û xwedî dîrokek kevin û bermayên dîrokîne. Her wiha herêma Botan xwe kiriye navenda bûyerên efsaneyî jî û di heman deme de jî bûye cih û warê navdar, zana û fermandarên şer jî. Her wiha mêvandarî jî ji efsaneya Nuh pêxember re kiriye. Bûye cihê seyrangeh û gera mîr û begên Kurdan.Ew çiyayên Kurdistanê ji bo parastina dîrok, ziman, çand û bermayên Kurdan bûne cihê parastinê. Di van çiyayan de gel kariye xwe biparêze. Di dîroka Kurdan de her tim çiya bûne cihê parastinê û rûmeta gelan. Herêma Botan xwedî taybetmendiyên pir dewlemende jî, xwedî çiyayên bi nav û deng û kaniyên jiyanê ne. Botan her wiha çiyayên bi navê Cudî, Besta, Gabar, Herekol û gelek çiyayên din jî di hemêza xwe de diparêze hene, gelek serkaniyên avê yên ku jiyanê didin herêma Botan jî hene. Xwedî deştên pir mezin û ev deşt jî xwedî berhemên pir dewlemendin. Di vê herêmê de jî madeyên di bin erdê de jî pir tên ditin. Gundikremo jî yêk ji gundên ku li herêma Botan cih digire ye. Ev gund li qontara çiyayê Cudî cih digire. Li dora wî çiyayê Cudî, Zêrîke û xwedî zinarên bi nav û dengin Zêwan, Omêr û zêrevan hene. Her wiha li derdora gund jî avên ku jiyane didin gel û herêmê hene, ev jî wekî Kaniya Cina, kaniya dolê, kaniya Zêwan û Serterkê û gelek avên din yên biçûk hene, her wiha cihê gund bi xwe jî cihek çiyayî û bilinde lê belê di aliye axa xwe de cihek pir berhemdar û stratejîke. Malbata Şehîd Aryen jî malbatên ku di vî gundî de rudniştin in. Jiyana xwe bi çandinî, lawir û bazirganiyê didomandin.
Aryen di sala 1978’an de li gundê bi navê Gundik Remo çavên xwe ji jiyanê re vekiriye. Navê wê yê rast Meryem e. Navê dayika wê Xoxê ye. Navê bavê wê Bedran e. Çar bira û du xwîşk in, di zarokatiya xwe de keçek zîrek, çeleng û herdem pêşeng bû. Ti caran di nava zarokên derdor de ew keçek nebaş nehat ditin. Her wiha ji aliyê cîranan ve jî keçek bi aqil û guhdar bû. Her wiha ji aliyê dê û bavê xwe de jî zarokek pir cûda dihat dîtin. Aryen di zarokatiya xwe de jî ne keçek bêdeng bû, her tim xwedî tevrek bû. Ji aliyên ferdên malbatê ve jî dihat hez kirin. Di zarokatiya xwe de ji bona tola xwe rake çi ji destên wê dihat dikir. Ber bi mezinbûnê ve jî ev taybetmendî li gel mabûn. Mixabin li gundê wan dibistan nebû ji ber vê yekê nekarî bixwîne ji ber ku civaka me ya berê ji bo keçan dibistan qedexe kiribûn, ji derve êdî nekarî derbasî bajarên Kurdistanê jî bibe. Lê belê bi rasti weke keçeke xwendevan û zekayekî pir dewlemend li ser peyda dibû. Lê belê sala 1988’ an de dibistan hat gundê wan û nêzikî du salan karibû bixwîne. Pişti belavbûna tevgera azadiyê ya ku li çiyayên Botanê destpêkirî ji ber ku gundê wan jî li qontarên çiyayê Cudî de bû êdî bû hêlîna şervanên azadiyê. Di wan deman de piştî fermandarê mezin Mahsum Korkmaz derbasi Botanê bû û hat gundê wan û cara yêkem peywendî li gel bavê Aryen hate kirin.
Hêdî hêdî Apocîtî li herêma Botanê dengveda. Bi dem re dijmin bi bavê wê hesiya, bi awayekî hovane yêk du car bavê wê hate girtin, lê belê dihate berdan. Bi vê girtinê dijmin dixwest çavê malbatê bitirsîne û ji têkoşînê dûr bixe, lê belê malbata şehit Aryen bi awayekî bi bawer têkoşîna xwe dimeşand. Dewletê di salên 1989’an de xwest ku gel bibe çete, lê belê ji aliyê gel ve ev bêrûmetî di heman demê de hate redkirin. Gel neçar ma û koçberî bajarên din bû. Di sala 1989’an de ji aliyê çeteyên gundên derdor ve Gundik Remo hate şewitandin. Piştî vê yêkê birayêk yê şehit Aryen yê bi navê Hemze jî tevlê têkoşîna azadiya gelê Kurd bû. Malbat ji neçarî derbasî navçeya Silopya bû, lê belê dewlata hov li vir jî nedihişt ku ev malbat bi awayekî asayî li vir jiyan bike. Dîsa jî bi berxwedanek pir mezin li hember van zilm û zordariyê jiyana xwe domand in. Rojekê tîmên taybet li ser malê de digirin, li malê tenê şehîd Aryen heye, piştre tîm pencereyan digirin û bi awayekî hovane dest bi lêdanê dikin. Lêdaneke ji derveyî zagonên mirovahiyê. Êdî malbat neçar dimîne. Di vê demê de Şehîd Aryen, dayik, bira û xwîşkeke xwe ve derbasî bajarê Manisa yê Tirkan dibin û li vir kar dikin. Endamên malbatê yên din bi rêka çiyan derbasi başûrê Kurdistanê dibin.
Aryen, dayik, xwîşk û birayê xwe her tim di nava tirsa dewletê de dijiyan. Ji ber vê yêkê jî di sala 1995’ de ji Manisa bar dikin û berê xwe didin başûrê Kurdistanê. Tên herêma bi navê Geliyê qiyametê. Aryen ji tevgera azadiyê bandor dibe, bi awayeke fermî biryara xwe bi malbatê re parve dike û bi awayekî fermî tevlê refên gerîla dibe. Belê ew di nava tevgerê de jî keçeke bi aqil, durust, guhdar û pir bi zagona ve girêdayîbû, ji mirovan , lawir, xweza û ji derdorê xwe pir hez dikir. Xwesteka wê ya herî mezin jî dîtina Serok Apo bû. Di jiyana gerila de her tim divê di pêşî de cih bigirta pir bi cesaret bû. Di hêla cesaret û zîrekbûna xwe ve keçekî nimûne bû. Aryen di nava hemû şert û mercên dijwar de jî ti car xwe li paş nedihişt. Lê di şer de li çemço di operasyonekê de ji aliye balafirên dewlatê ve ew û 6 hevalên xwe dibin sterken azadiyê û tevlê karwanên şehîdan dibin. Şehadeta heval Aryen malbatê pir dêşîne, lê belê rêka ku pêve çûye rêka şehîdbûnêye. Malbat bi awayekî fedakarî û welatparêzî dibêje; “çi ji destê me were em ê bikin û em ê di rêka wê de bimeşin û em ê têkoşînê bikin û layiqê wana bin.
MALBATA ŞEHÎD ARYEN