Di derheqa nîqaşan de delegeyên ji welatên cuda hatine û her yek ji gelekî ne ji Nûçe Ciwan re axîvîn. Ciwanan dan diyarkirin ku ev konferans ji bo çareserkirina pirsgirekên Rojhilata Navîn pir gîrîng e.
KOBANÊ- Îro di roja duyem a 2’mîn Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn de mijarên girîng a ku ciwanan ji nêz ve eleqeder dike hat nîqaşkirin. Zayendperestî, Olperestî, Netewperesî ji mijaran ên sereke bûn. Di derheqa nîqaşan de delegeyên ji welatên cuda hatine û her yek ji gelekî ne ji Nûçe Ciwan re axîvîn. Ciwanan dan diyarkirin ku ev konferans ji bo çareserkirina pirsgirekên Rojhilata Navîn pir gîrîng e.
Jina Ciwan a bi navê Eva ku bi xwe jî ji gelê Ermen e wiha axîvî: “Em di roja duyemîn a konferansê de krîzên Rojhilata Navîn tê nîqaşkirin. Wek mijara sereke jî mijara jinê, netwvperestî, olperestî, piştê nîvro jî pir mijar hat nîqaşkirin. Mînak li ser Kurdistan, Fîlîstîn û qirkirina Ermenî hat nîqaşkirin. Di vê Konferansê divê baş bê vekirin. Ji ber ku ne tenê milyonek nîv Ermenî di 1915 de hat qetilkirin, li Edene jî di sala 1909 sî hezar Ermen hat şehîd xistin. Dîsa gelê Suryan hat qetilkirin.
Ez dixwazim vê jî bêjim komkûjî ne tenê fîzîkî ye di heman demê de komkûjiya çandî jî heye. Mînak gelê Ermen di sala 1915’an de dema qirkirin pêk hat, ji ber vê jî ji ax û dewletê xwe derket. Çûn welatên din. Ev jî bi xwe re qirkirina çandî, qirkirina zimanê tîne. Vaye di vê Konferansê ev hemû mijar verin nîqaşkirin. Ez spasiya xwe dikim.”
Ciwanekî din a ku bi zehmetî ji Irak’ê beşdarê konferansê bibû jî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Navê min Eşîr ez ji paytexta Iraq Bexdayê hatim tevlî duyemîn konferansa ciwanên Rojhilata Navîn bûm. Bi rastî min dît ku ev karekî pir mezin e û bi taybet jî ew e ku keç û xortên ciwan konferans bi rê ve dibin.”
Ciwanê bi navê Selwan el Huda ya ku endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriye’ye jî got: “Ez ji navçeya Eyn Îsa beşdarî konferansê bûm. Roja yekem ya konferans bi karekî xweş derbas bû her wiha em tevlî konferansê bûn ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku riya me wek ciwan asteng dike. Îro jî roja duyemîn a konferansê em ê îro li ser mijara doza azadkirina jinê, koledarî û qirkirinê ên ku ji aliyê zayendperestî ve li ser jinê tê ferz kirin nîqaş bikin û hêvîdarim ji bo çareser bikin fikr derkevin.”