NAVENDA NÛÇEYAN
Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê, berpirsiyariya belavkirina nepenên jiyanê ku riweka pîroz a dara zanistiyê digre, girtine. Bi belavkirina tovên dara zanistiyê li her deverên cîhanê, di nava hewla rehgirtina hemû riwekên demên borî û derbasbûyî de ne. Ji ber vê yekê jî hewl didin da ku mirovên ku dilên wan ji bo azadiyê dipirpitîn tevlî vê meşê bibin.
“Li van axan mirov her û her, bi azweriya azadiyê re jiyan kirine. Belku naşibe tu welatê jî. Belku naşibe tu pirtûkên ku hatine nivîsîn. Belku hê nehatiye nivîsîn. Lê şerekî vê ya azadiyê heye. Belku ji ber ku xelasbûnek tam tuneye, pirtûka wê nehatiye nivîsîn“. Abdullah Ocalan
Ango destnîşan dike ku, heke li Kurdistanê şerê azadiyê were dayîn, divê ku li gor giyana van axên ku nehatiye dîlgirtin be û bi armanca rizgariyê tevbigere.
Li ser van axan gelek çîrok, gotegotên yên ku ketine pey efsûna azadiyê, hene. Ji van çîrokan herî balkêş û dilşewat Sîmurg (sê çivîk) e. Ji bo azadiyê wêrekî û dilêrî, şerê herî dijwar e. Behsa li ser vê riya azadiyê meşîn an jî firîn û hewcehiya dilekî mezin ku dev ji xwe qerînê digre çavê, dike. Ji yên ku li ser vê rê dimeşin re behsa ev dilê ku xwe sehî dike, dizane û li gor vê jî tevdigere, dike. Û dibêje ku ”heya wê demê çi bin, di çi baweriyê de bin, çi bifikirin hwd. hemû nasnameyên wan, her tiştên wan li hemberî rastiyê dişewite û tune dibe. Û Zumrudu Anka jî ji xweliyên xwe ji nû ve dize“.
Belê, Leyla Guven jî wek nûnera afirandin, rizgarkirin û sekna Kurdistanê ya nû ku mîna têkoşîna dirêj û dijwar a firîna azadiyê ya Sîmurg, derdikeve holê. Kesayet û nasnameya jinan a nû, xwe ji rastiya xwe ya di xeleka ji agir a serdestiya zilaman de bûye xwelî, afirandiye. Dema mirov, ji dara azadiyê xwe xwedî dike, çavên wî/ê gerdûn, cîhan û mirovahiyê bi sehî û nêrînek nû nas kir û pênase kir. Çavê nû, cudahiya bi çavek din mêzekirinê û hezkirinê dibîne. Ji wateya azadiyê re gihîştina jinan, bi nepena nû û mezin a afirandinê ya li hemberî rastiyê gengaz bû. Jin, li riya rastiyê bi zelalbûnê ve, di nava meşa mezin a lêgerîna rastiya jiyana wekhev û azad de ne. Yên dimeşin, bi zanebûna heya ku mirov hebe ev meş bidome, riya ku derketine didomînin. Dizanin ku pêşengbûn û rênîşanderbûn vê pêwîst dike.
Leyla Guven, jineke ku di têkoşîna sehî, azadî û wekheviyê ya mezin de li rastiya dev ji xwe qerînê siqa dike ye û vîndar dibe de. Yek ji jinên ku xeyala xwe yê jiyan azad, wekhev û demokratîkirinê, ji çiyayê Qafê wêdetir jî bibe, dûr jî bibe pêk tîne ye. Weke Sîmurg cihê ku lê rûdine an jî lê dide, dixwaze bike adan; vê jî weke hewcehiya xeyala jiyan azad, wekhev û demokratîkirinê dibîne. Dizane ku dara jiyanê her cureyên nebaşiyê sax dike û baweriya wê pê tê. Leyla Guven, berpirsiyariya belavkirina nepenên jiyanê ku riweka pîroz a dara zanistiyê digre, girtiye. Bi belavkirina tovên dara zanistiyê li her deverên cîhanê, di nava hewla rehgirtina hemû riwekên demên borî û derbasbûyî de ye. Ji ber vê yekê jî hewl dide da ku mirovên ku dilên wan ji bo azadiyê dipirpitîn tevlî vê meşê bibin.
Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê, ji bo sekinandina nebaşiyê ku gerdûn, cîhan, mirovahiyê û pêşerojê dorpêç kiriye, dixebitin. Diqîrin ku erdnigariya ku em tê de ne, ji rasteqîna çsreseriyê hatiye bêparhiştin û hatiye tecrîdkirin. Qêrîna Leyla Guven û rêhevalên wê, ji bo yekirina pirên hatine firandin ên vê erdnigariyê ne. Hewla avakirina jiyana azad û hevpar e. Qêrîna gel û jinên ku têne bêdengkirinê ne. Ji ber vê jî li hemberî seknên jirêzê, jiyana xwe danî holê. Rêhevalên ku çalakiya greva birçîbûnê dimeşînin, bi vê çalakiyê ve bi awayek herî hejîner li hemberî bêsekniyê bertek digrin û dibêjin “raweste“.
Ji ber vê jî bang li dilên herî şoreşger didin. Gihîştina rastiyê, bi “piştgiriya Leyla Guven“ re nabe; li gor pêwistiya paradîgmaya azadiyê dibe, bi wek ya xwe xwedîderketinê ve dibe. Heke em lê xwedî derkevin û wek ya xwe bikin, hîn wêrektir û li gor rastiyê wê bimeşin. Heke em jî perçeyeke wê dilê ku banga azadiyê ye bibin, were zanîn ku em dikarin faşîzmê hilweşînin û dikarin vê zilmê biqedînin. Heke hiş, xwe bi paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Jinparêz ve xwedî bike, wê demê dil vê hîs bike û jê re bibe rêber. Belê, paradîgmaya ku çalakvanên greva birçîbûnê xwe jê xwedî dikin, azadiya jinê pêştir dibîne û hêza cîhan guherandinê jî di xwe de dibîne ye.
Leyla Guven, bi bîreweriya pêşengbûyîn û şoreşgerbûyînê tevgeriya û seknek nîşanî me da. Pêşengbûn; pêşiyê dîtin e, li gor vê tevgerîn û berpirsiyarî girtin e. Wek pêşeng tevgerîn ne hewce ye; pêşengbûyîn hewce ye. Cudahî zanîna dîrokê, şîrovekirina rojevê û di derheqê pêşerojê de avakirina xeyalê ye. Ji rabirdûyê, yanî dîrokê aqilgirtineke rast, li ser navê nedomandina heman xeletiyan rastxwendina rojevê ye. Bersiva bextiyar û xweşikkirina siberojan ya yekane; ji bo avakirina siberojên azad, wekhev û demokratîk tîk rawestan, helwest diyar kirin û têkoşîn e.
Em di demên şewitandina hemû fêrbûnên sîstema desthilata mêr di azadiya heqîqetê û xwe ji nû ve afirandinê de ne. Halê me yê ji xwe borînê, afirandina nû ya heskirin, azadî û wekheviyê ye. Teqez ne borîna ji jiyanê ye. Li ser navê afirandina jiyanê ya herî arî, paqij, xweşik, azadî barkirî ye. Ji ber vê yekê ye ku grevên birçîmayinê ku va sê meh û niv e didomin bi îradeyeke mezin têne meşandin. Kurd li çar aliyên cîhanê di têkoşîna vejandina wîcdanê mirovahiyê û ruhê azadiyê de ne. Bi hêza jinê ku dilê wê bi qasî deryayan mezin e û kedkariyê bi rê ve dimeşin. Heskirin, kedkarî û avakirin e. Jinên ku ketine pey raza azadiyê êdî di wê hişmendiyê de ne ku dê di ber avakirina jiyaneke nû li ser vê axê de dê tu astengiyên desthilata mêr nas nekin. Jinên ku xwediyê vê hişmendî û ruhê azadiyê ne li Rojava “ya mêr” ku qirêj e, reş e û çete ye, têk birin. Ev êla ku namehîn e, tekparêz û faşîst li ser navê “mêr” bûyinê êrîşî jinê dike. Serokê AKP û Wezareta Tirk ya Hundirîn ku nikarin têkçûyîna DAIŞê bimehînin, bi tirsa ku dê “mêrantiya wan” bi pêşkişiya jinê dê têkeve teneka çopê ya dîrokê êrîşî jinê dikin. Ev “mêranî” li ser navê mirovahî û azadiya jinê, wekhevî û jiyana bi hev re hilweşe û têk biçe. Ev roj nêzîk e.
Fatma Adir
Ji Yenî Ozgur Polîtîka hatiye wergerandin