Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 106 rojin di grevê de ye. Berxwedan bi armanca rakirina tecrîdê her roj belav dibe.
AMED -Berxwedana Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye, di roja 107’emîn de bibiryardarî berdewam dike. Guven, bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 8’ê mijdarê de ketibû grevê û 107 rojin di grevê de ye.
Çalakiya Endamê HDP’ê Nasir Yagiz a li Hewlerê bi heman daxwazê dest pê kiriye jî di roja 94’emîn de berdewam dike. Çalakiya grevê ya 14 çalakgerên li Strasbaurg û ya Îmam Şîş a li Gallerê jî di roja 69’emîn de, çalakiya koma ewil ku di 16’ê Kanûnê de li girtîgehan dest pê kir di roja 69’emîn de berdewam dike. Her wiha çalakiya Fadile Tok li Mexmur’ê 34’an de ye. Niha li Girtîgehan zêdetirî 300 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne.
Her rojê ku derbas dibe berxwedan mezin û bilindtir dibe. Di 20 Sibatê de 8 girtiyên din ketin greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger. Her wiha li Elmanya Kurdê bi navê Ûgûr Çakar bedena xwe dabû ber agir û rewşa wî hêj jî ciddiyeta xwe diparêz e.
Daxwaza hemû çalakvanan yeke, rakirina tecrîd ê.